Li Dusseldorfê qetilkirina jinê

Li Dusseldorfê qetilkirina jinê

Li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê jina binavê Yusra Sukaya ya ji Tirkiyeyê di roja Jinên Kedkdarên Cîhanê de ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. hate hînbûn ku, hevjînê ku Yusra kuşt zarokên xwe daye gel xwe û reviye Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer di 8’ê Adarê roja Înê ku li her çar aliyên cîhanê roja jinan dihate pîroz kirin di demjimêrên sibehê de rû daye. Yusra Sukaya ya xwediyê 3 zarokan ya ji Tirkiyeyî ji aliyê hevjînê wê Mehmet Sukaya ve hate xeniqandin. Hate hînbûn ku, piştî Mehmet Sukaya hevjîna xwe kuşt zarokên xwe danî dibistanê û di demjimêrên şevê de jî zarokên xwe jî daye gel xwe û reviye Tirkiyeyê.

Di vê navberê de hate hînbûn ku, Yusra Sukaya ya 31 salî beriya du salan jî ji aliyê hevjînê xwe ve bikêrê hatiye birîndar kirin, ji ber tundiya fîzîkî gelek caran serî li saziyên alîkariyê yên jinan û polîsan daye, hate hînbûn ku ji ber pêkûtiya derdor û malbatê giliya xwe vekêşa bû.