Li Dusseldorfê çalakiya ji bo edaletê
Ji bo sê jinê şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Ji bo sê jinê şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengiya YJK-Elmanya û CENÎ vê hefteyê jî çalakî hat lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Meclîsên Gel ên li Hagen û Bonnê ve dewr hat girtin.
Çalakiya roja Çarşemê ev sê sal in bi rengekî bê navber dewam dike. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Em ê ji bîr nekin, em ê nedin ji bîr kirin", "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hatin qîrîn.
Di axaftinan de ji bo civîna bîranîna şehîdên Cotmehê ya 22'ê Cotmehê li Wûppertalê banga tevlîbûnê hat kirin.