Li Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên ji bo edaletê
Ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li bajarên Dusseldorf û Hambûrgê yên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li bajarên Dusseldorf û Hambûrgê yên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê, vê hefteyê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Ewropayê hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyana Azadî, Sara Rojbîn Ronahî" "Faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Erdogan kujerê jinan" ên bi zimanên Elmanî û Fransî hatin qîrîn.
Di çalakiyê de hat bibîrxistin, ku ji bo Lewcan Mûnzûr ê di dema êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da û Çekdar Riha, li Kolnê merasîma bîranînê tê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.
HAMBÛRG
Jinên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidar xistin.
Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa Altona pêk hat û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin. Qisekerên li vê derê bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û Amedêû hewldana artêşa Tirk a dagirkirina Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de jinan gotin, "Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Xwerêveberiya li Rojava tê avakirin, projeya Ocalan e" û hat destnîşankirin, ku hevkariya hikûmeta Elman bi dewleta Tirk a faşîst re, polîtîkayeke qirêj, bê berpirsyarî xetere ye.
Di mîtîngê de bi sedan belavok ahtin blavkirin û mîna her Çarşemê vê hefteyê jî ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxwaza edaletê hat kirin.
Di mîtîngê de hat ragihandin, wê ji bo şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke ku hefteya derbasbûyî li Hambûrgê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest dabû, roja Yekşemê saet di 16:00 de civîneke bîranînê were lidarxistin û banga tevlîbûna li vê civînê hat kirin.