Li Danîmarkayê di mîtînga vekirina meclîsê de jinên Kurd jî cih girtin
Li Kopenhangê bi boneya vekirina Meclîsa Danîmarkayê mîtînaga ku bi beşdariya bi sedan kesî ku ji aliyê rêxistinê civaka sivîl ve bi şiyara “Ji bo civakê er ê, ji şer û hejariyê re na” ve hate organîzekirin, Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê jî beşdar bûn.
ANF
KOPENHANG
sêşem, 4 kewçêrê 2016, 17:06
Tevgera Jinan a Kurd a li Ewropa û Meclîsa Jinan a Kurd a Sêvê kampanayay îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan dabû destpêkirin ku ji bo rêxistina CPT’ê bişîne û di heman demê de ji bo balê bikişîne ser Azadiya Ocalan, bi qeyûman desteserkirina şaredariyên Kurdan û êrîşên li dijî çapemeniya Kurd belavok belavkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Kurd Fîgen Fener axivî û wiha got: “Erdoganê li Tirkiyeyê darbe li ser darbê pêk anî di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hedef û tecrîdekî girankirî li ser dide meşandin.
Fener bi bîr xist ku di heman demê de bi qeyûman şaredariyê ku bi dengê gel hatine hilbijartin tên desteserkirin û êrîşî deng û rengê gelê Kurd dike. Fener diyar kir ku ji bo bidawîkirina van êrîşan di serî de Danîmarka û Yekîtiya Eworpa bikeve nava tevgeran.
Piştî axaftinan girse dirûşmên mîna “Faşîzmê bi dawî bikin” û “Azadî ji bo Ocalan” qîr kirin.