Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Kemer a Antalyayê jina bi navê Fatma Alp bi guleya çiftê hat qetilkirin.
Li navçeya Kemer a Antalyayê jina bi navê Fatma Alp bi guleya çiftê hat qetilkirin.
Li taxa Kîrîş a navçeya Antalyayê welatiyê bi navê Turan Erîşgîn (28) hevala xwe ya berê Fatma Alp bi guleya çifteyê kuşt û paşê întîxar kir.
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê li gel mudaxaleyan jî nikarîbûn Alp rizgar bikin. Erîşgîn li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalyayê mir.