Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya ku jina Êzidî Nadiye Mûrad bû Qasida Qasida Neteweyên Yekbûyî ya Niyeta Baş daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Nadiye Mûrad bi zîrekî, wêrekî û baweriya xwe xwe dengê Êzidîxanê gihandiye civaka navneteweyî.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê zerareke mezin a madî û gihandî li me kir. Lê niha Êzidîxan xwedî te û bi hezaran keç û xortan e, ku wê diparêzin. Ev keç û xortên kurd hebûn û mafê jiyanê yê Êzidîxanê diparêzin. Ji îro û pê ve ti hêz nikare careke din zerarê bide pêkhateyên neteweyî û olî yên li Kurdistanê."
Komîsyona Jinan a KNK'ê diyar kir, ew bawer in Nadiye Mûrad ne tenê dengê Êzidiyan be, di heman demê de ew ê bibe dengê Yarsan, Zerdeştî, Kakeyî, Elewî, Şebek, Xİristiyan û hemû pêkhateyên li Kurdistanê yên bûne hedefa komkujiyan.
Daxuyaniya komîsyona jinan bi vî rengî dewam kir: "Hêzên kevneperest ên li Rojhilata Navîn û dagirkerên Kurdistanê xwestin bi rêya qetlîama Êzidiyan dîrok û reseniya Kurdistanê têk bibin. Lê keç û xortên Êzidî û welatparêzên Kurdistanê vê dîroka kevnare bi şêweyekî baştirîn binivîsînin. Lewma em piştgiriyê didin te û hevçeperên te."
Komîsyona Jinan a KNK'ê da xuyakirin, ku jinên Kurdistanî êdî xwedî rêxistinbûn û hêzên parastina xwe ne û got, "Gav bi gav xurt dibin û bûne hêviya mirovahiya pêşverû. Pîroz be, em bawerin ku wê bi hev re taca serketinê ramûsin."