KJK: Em Newrozê bikin pêvajoya hilweşandina faşîzmê

KJK: Jin, ciwan, dostên me, her kesên ji demokrasiyê bawer dikin û gelê me; em li hev bicivin û qadên Newrozê bikin pêvajoya hilweşandina faşîzmê.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ew Newroza 2019'an bi berxwedana bi milyonan jinan ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek deverên dinyayê daketin kolanan û bi dirûşmên 'Jin Jiyan Azadî' û peyamên desteka ji bo Leyla Guven meşiyan, pêşwazî dikin.

KJK'ê Zulkuf Gezen weke şopdarê nû yê xeta berxwedanê ya Sema Yuce bi nav kir û ragihand, "Peyama çalakiya Zulkuf Gezen eşkere ye. Hevrê Zulkuf Gezen nîşan da ku Newroza 2019'an roja berxwedan, têkoşîn û serhildanê ye. Işaret bi serdemên têkoşîn û berxwedanê kir ku kelehên zilmê yên zaliman hildiweşand. Gelê me divê li dora bîranîna vî hevrêyê me berxwedanê mezin bike û hesab ji faşîzmê bipirse. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bersiva pêwîst bide bîranîna hevrê Zulkuf Gezen ku nûnerê berxwedan û ruhê berxwedêr ê ciwanan e."

EM Ê BI BERXWEDANA FEDAYÎ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN

Di daxuyaniyê de soz hate dayin ku wê bersiva pêwîst bidin bîranîna nûnerê xeta lehengî û fedayî Zulkuf Gezen û têkoşînê bi ser bixînin.

KJK'ê sersaxî ji malbata Gezen û gelê Kurd re xwest û diyar kir, "Haya me jê heye ku divê em; jin û gel Newroza 2019'an bi biryardarî û soza mezinkirina berxwedan û têkoşînê pêşwazî bikin. Peyam hatiye dayin ku me bi berxwedan û têkoşîneke mezin dest bi biharê kiriye. Ya ku divê were kirin, fêhmkirina vê peyamê û bicihanîna wê ye. Bi sekn û helwesta berxwedana fedayî ya şehîdên me em ê tecrîdkirina Rêberê xwe bi dawî bikin.

Newroz navê raperîna gelê Kurd a li dijî zilm û zordariyê ye. Rojeke berxwedan, serhildan û têkoşîna li dijî zaliman e. Di şexsê berxwedêr û pêşengên hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Sema Yuce de bi çalakiya bi dehan hevrêyan bûye rojeke têkoşînê ya hemdem û roj bi roj jî mezin dibe. Newroz ji pîrozbahiyekê wêdetir roja berxwedan û têkoşînê ye. Helwesta azadî, berxwedan û têkoşînê ye.

Helwesta Newrozbûnê helwesta kesayetiya azad û têkoşîna bi baweriya ji xwe ye. Dîroka Newrozê xwe dispêre temamiya nirxên civakî, çandî û manewî. Seknên leheng û fedayî yên jin û mêrên bûne Newroz, ew pêşeng in ku zanin kî ne û tesmîl çi dikin. Armancên wan eşkere ne. Bi rengekî bêdudil dimeşin. Di şexsê Leyla Guven de di cewhera çalakiyên bi hezaran şoreşger û welatparêzan de rastiya kesayet û cewhera dîrokî ya bi têkoşîna azadiyê re hatiye afirandin heye. Ev cewher û kesayet, kesayetiya sosyalîst e."

BI NEWROZÊ RE EM BERXWEDANÊ BIGIHÎNIN ASTA HERÎ BILIND

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê û Newrozê girîng in û hate gotin, "Li Kurdistanê li dijî zext û zordariya giran gel û jin daketin qadan û çalakî pêk anîn. Jinan dirûşmên 'Jiyaneke din pêkan e' û 'Jin Jiyan Azadî' kirin yek û qîriyan. Di vê kêliya dîrokî de berxwedan û têkoşîna li qadên Newrozê bi xeta fedayî tê meşandin, em zanin û li bendê ne ku wê qadên Newrozê bi vî ruhî û berpirsyariyê werin dagirtin. Gelê me ji niha ve bi hişmendî û berpirsyariya ku wê berxwedêr bi ser bikevin gelê me Newrozê pêşwazî dike. Têkoşîn û berxwedan wê bi Newrozê derkeve asta herî bilind û bi milyonan mirov wê li ser xeta Rêber Apo û şehîdan bigihêjin hev.

8'ê Adarê bi kombûneke mezin xwe gihandiye Newrozê. Berxwedana ku bi greva birçîbûnê dest bi sala 2019'an kir, ji 8'ê Adarê heta Newrozê jin bi pêşengiya Leyla Guven rola xwe dilîzin. Berxwedan bi pêşengiya jin û mêrên ku xwe li ser xeta berxwedanê ya azadiyê ji nû ve afirandiye, tê meşandin. Bi berxwedan û têkoşînê re kêm maye ku em xwe bigihînin dem û kêliyên serketinê. Ya girîng ew e ku baweriya me qewîn be, sekna me ya têkoşînê eşkere be û berxwedana me tûj be."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan, ciwanan, dostan, her kesên ji demokrasiyê bawer dikin û gelê Kurd hate kirin ku li hev bicivin û qadên Newrozê bikin pêvajoya hilweşandina faşîzmê.

KJK'ê destnîşan kir, xwedîderketina bi xurtî ya li Zulkuf Gezen, xwedîderketina li têkoşînê wezîfeya wan e û diyar kir, "Lewma em Newroza 2019'an bi îdîa û biryardariya 'Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike, em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', Newroza 2019'an pêşwazî dikin."