KJK: Em bi ruhê serhildanê li dijî qeyûman rabin!

Koordînasyona KJK’ê bang li gelê Colemêrgê û hemû Kurdistanê, jinan, hêzên demokratîk kir ku plana qirkirinê ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst pûç bikin û bi ruhê serhildanê li dijî qeyûman rabin.

DAXUYANIYA KJK’Ê YA LI DIJÎ QEYÛMAN

Koordînasyona KJK’ê wiha got: “Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker di van 10 salên dawî de li ser esasê Plana Têkbirinê li dijî gelê Kurd qirkirina polîtîk, fîzîkî, çandî û civakî pêk tîne. Girêdayî vê planê mafê siyaseta demokratîk a gelê Kurd, bi mekanîka derbeyê ya qeyûm hatiye desteserkirin, mafê destnedayîna li parlamenteran hatiye rakirin û saziyên civakî yên sivîl û polîtîk ên gelê Kurd û jinan hatine desteserkirin. Divê mirov ji bo tunekirina mafê hilbijartinê ya gelê Kurd nebêje derbe, ji ber ku ev pênase kêm dimîne. Ev qirkirineke siyasî ye. Lê gelê me û jinan bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê hem plana têkbirinê, hem projeya ‘li şûna Kurdê azad, îkamekirina Kurdê kole’ pûç kiriye û hem jî siyaseta qeyûm bi rengekî dîrokî têk biriye. Piştî hilbijartinê rejîma AKP-MHP’ê faşîst bilez qeyyûm tayînî şaredariya Wanê kir. Di encama serhildana Wanê û berxwedana hevpar a hêzên demokratîk, rejîma faşîst neçar ma ku gav paşde bavêje. Lê îradeya gelê Şirnexê bi awayî îstilayeke nû, hate desteserkirin û dengên gelê me yê Curnê Reş bi şewitandina sindoqan tune hatin hesibandin.”

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt jî diyar kir: “Berxwedana hevpar a hêzên demokratîk ku bi berxwedana Wanê re derket holê, bû sedem ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst siyaseta ‘normalbûnê’ bixe dewrê, di doza Kobanê de cezayên giran li nûnerên siyasî yên Kurd birî, generalên ku di doza Ergenekon de girtî berdan, bi hinceta hilbijartinên xwecihî yên demokratîk ên Rojava êrîş dan destpêkirin, bi armanca dorpêç û tasfiyekirina Başûrê Kurdistanê bi Iraqê re projeya Ovakoy û plana operasyona leşkerî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê xistiye dewrê. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst klînîka xwe ya Ergenekon tevlî tifaqa xwe ya dewletê ya heyî kir û siyaseta ‘Li Tirkiyeyê normalbûn, li Kurdistanê qirkirin’ îro bi tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin. Di serî de divê hemû gelê Kurd bizane ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker li dijî hemû Kurdan dijminatî û plana qirkirinê pêk tîne.”

Di daxuyaniya KJK’ê de ev xisûs jî hatin destnîşlankirin:

“Di serî de CHP, em bang li hêzên muxalefetê yên Tirkiyeyê dikin: Eger pêvajoya ‘normalbûnê’ peymana bêdengiyê ya li hemberî qirkirina Kurdan be, gelê Kurd dê we jî weke hevkarê sûcên qirkirinê yên li hemberî xwe binirxîne û darizandina dîrokî wê li gorî vê yekê bike. Li ser vî bingehî divê hemû hêzên siyaseta demokratîk, siyaseta qeyûm û mudaxelekirina pêvajoya hilbijartina demokratîk a gelê Rojava weke şikestina dîrokî ya pêvajoyê bibîne û helwesta hevpar bidomîne. Yan hûn ê bi gelê Kurd re li ser bingehê yekîtiya demokratîk yekbûneke dîrokî pêk bînin, yan jî hukmê dîrokî yê gelê Kurd ku kes nikare asteng bike, wê bi ser bikeve.

Em bang li gelê xwe û jinan dikin; Bi hilbijartinên 31’ê Adarê, serhildana Wanê û hilbijartina Curnê Reş re weke hêza berxwedana demokratîk a sedsala 21’an, we qasî li Kurdistanê, di dîroka gerdûnî de jî pêngavek mezin avêt. Di serî de Curnê Reş, bersiva ku gelê me li dijî her cure êrîş û qirkirina îradeyê dayî, serketin e. Em gelê xwe yê Curnê Reş û serketina demokratîk a nîşan dayî, silav dikin.

Li ser vî bingehî em bang li gelê Colemêrg û hemû Kurdistanê, jinan û hêzên demokratîk dikin ku plana qirkirinê ya ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li hemû Kurdistanê pêk tîne, pûç bikin û li dijî qeyûman bi ruhê serhildanê rabin. Ti hêz nikare mafê gelê me yê diyarkirina qedera xwe û xwedî derketinê, desteser bike.”