Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KJK: Divê jinên Kurd bibin yek

Koordînasyona KJK’ê got: “J ibo destkeftiyên hevpar, nasname û çandê, divê hemû jinên Kurd bibin yek. Bi vî rengî dikarin di pêşketineke demokratîk de rol bilîzin.”

15’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a Navneteweyî ya li bajarê Leverkûzen a Elmanyayê hate lidarxistin bi bernameyeke dewlemend dewam dike.

Piştî axaftina Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Elmanya (TJK-E) û şûnde li ser navê Dîe Lînke Inge Honger peyama piştevaniyê pêşkêş kir.

Koordînsayona KJK’ê peyameke nivîskî ji bo festîvalê şandibû.

KJK’ê di peyam de şehîdên berxwedana grevên birçîbûnê silav kir û silav da dayikên xavik spî.

Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Polîtîkayên dijminane yên înkar û îmnayê ya li ser Kurdan ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst ve bi berfireh tê birêvebirin. Ji bo têkbirina faşîzmê, dîsa demokratîkbûna Tirkiye û azadiya Kurdistanê, divê girîngî bê dayîna rêxistinkirina demokratîk û çalakiyan. Li ser vî bingehî divê hemû jin li dijî bloka faşîst eniya demokratîk pêş bixe û berfireh bike. Yekîtiya demokratîk a jinê û li dijî polîtîkayên zayendparêziyê ya civaka bihêz wê berxwedaneke demokratîk û tevgerekî girîng derxîne holê.

‘DESTKEFTÎ BI HEV RE TÊN PARASTIN’

Nıha êrîşên dagirkeriyê yên TC’ê ya li Xakurkê di bin çavdêrî û kontrola hêzn Başûrê Kurdistanê de pêk hatiye. Ev rewşa berovajî destkeftiyên Kurdistanê, xizmeta dijminan dike. Parastina destkeftiyên Kurdan bi pêkanîna yekîtî û pêşxistina wê pêkan e. Di vê wateyê de, divê  eniya netewî ya jinan bê pêşxistin, bihêzkirin û vîna hevpar a jinê derxe holê.

Divê hemû jinên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bê ku cudahî,  ji bo berjewendiyên gelê Kurd û jinan, nasname, çand û siberoja welat bibin yek. Li ser vî bingehî tevgera Kurdistanî ya endiaya neteweî ya bi pêşengtiya jinê pêk hatî rêk bixe û di pêşxistina xeta demokratîkbûnê de rol bilîze. Niha geîla li çar parçeyên Kurdistanê weke ewlekariya bingehîn a gelê Kurd li dijî dagirkeriyê şer dike. Serketina gerîla bi desteka gel dide û çalakiyan bi hêz dibe û encam digire. Ji bo vê biqasî têkoşîna gerîla pêşxistina têkoşîna civakî jî wê hêzên dagirker ji Kurdistanê bi cehenimîne wê bi hêz bike.

‘EM DIKARIN POLÎTÎKAYA DIJMIN PÛÇ BIKIN’

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê rejîmeke wisa ye ku dijminê jinan e. Her roj li ser jin û civakê êrîşan dike. Lêgerînên edalet û aştiyê ya jinan, li hemberî dagirkerî û şer divê were rêxistinkirin. Vê dîktatoriya faşîst dijminê jinan e. Ji ber vê jî têkoşîna jinan a li hemberî milîtarîzm û nijadperestiyê wê polîtîkayên dijmin pûç bike.

FESTÎVAL HATE SILAVKIRIN

Bi Festîvala Jinan a Zîlanê jinên Kurd di serî de, hemû jinan peyamên li ser siyasî, çandî û polîtîk dan. Bi vê festîvalê re hevdîtina jinan a hevpar û diyarkirina îradeya jinan xurttir bûye. Em hêvîdar in vê eniya jinan a demokratîk wê zemîna rêxistinkirinê zeft bike û ew ê karibe rola xwe ya dîrokî pêk bîne. Civandina deng, rengên cihê wê xizmetê ji avakirina pergala konfederalîzma demokratîk re bike. Em dibînin ku li Ewropayê îdeolojiya me ya rizgariya jinê digihêje gelan.

Em dizanin ku vê têkoşîna we tê wateya parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe û hûn kedeke mezin didin. Em bawer in hûn ê eniya têkoşînê berfirehtir bikin û xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Em bawer in ku hûn ê xwedî li Rêbertî, gerîla û şehîdan derkevin û em serkeftinê ji we re dixwazin. Divê jinen Kurd ji bo berjewendiyên hevpar,nasname û çanda xwe bibin yek û di warê geşedanên demokratîk de dikarin roleke sereke bilîzin. Divê jin têkoşîna li hemberî milîtarîzm û nijadperestiyê xurttir bikin.”

Serenat Ezgîcan, Kewê Şanoger, Eylem Aktaş, Koma Dansê ya ji Filîpînê, Denîz Deman, Kewê û Çopî di festîvalê de derketin ser dikê.