NÛ BÛ

KJA'yê ji bo Sekanwend a biryara îdama wê hatiye dayîn, bang kir

KJA'yê xwest, înfaza Zeynep Sekanwend ku rejîma Îranê cezayê îdamê lê biriye, bê rawestandin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) têkildarî rewşa Zeynep Zekanwend, ku ji ber şîdeta lê dihat kirin hevjînê xwe kuşt û rejîma Îranê ew bi îdamê mehkûm kir, daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku cezayê îdamê yê li Zeynep Sekanwend hatiye birîn bi têkoşîna jinan dikare bê rawestandin û hat gotin: "Em dijberiya rejîma Îranê ya li hemberî jinan şemezar dikin û dibêjin ku bila ev dijberî biqede."

Di daxuyaniya KJA’yê de hat bibîrxistin ku wê Zeynebê îro ji aliyê rejîna Îranê ve bê darvekirin û ev tişt hat gotin: "Rejîma Îranê ya ku wekî 'Rejîma darvekirinan' tê zanîn, ji aliyekî ve girtiyên siyasî bidar ve dike û ji aliyê din ve jî binpekirnê xwe yên mafan ên li hemberî jinan berdewam dike. Jin ji ber darizandina bê edalet ya li Îranê her roj bi cezayên; recim, bi şewitandina rûyên xwe bi kezabê û bi darvekirinê tên cezakirin. Yek ji wan jî Zeynep Sekwanwend a ku ji ber hevjînê wê her roj şîdet lê dikir û ji ber vê jî mecbûr ma hevjînê xwe bikuje ye. Zeynep niha li Îranê ji ber parastina xwe kiriye cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û dibe ku her wextê bê darvekirn."

KJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bang li rejîma Îranê dikin ku cezayê îdamê yê di 17 salî de li Zeynebê biriye, rawestîne û wiha dewam kir: "Em dibêjin ku divê cezayê darvekirinê yê li Zeynebê hat birîn bila bê rawetandin û bi awayekî adîl bê darizandin.”

Her wiha KJA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jinan kir ku li hemberî cezayê darvekirnê yê li Zeynebê birî, têkoşînê bilind bikin.