KJA: Li dijî komplo û komkujiyan em têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin
KJA komploya navneteweyî û komkujiya Enqereyê şermezar kir û bang kir ku li dijî faşîzmê têkoşîn were geşkirin.
KJA komploya navneteweyî û komkujiya Enqereyê şermezar kir û bang kir ku li dijî faşîzmê têkoşîn were geşkirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ji ber salvgera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin Kurd, jin, kedkar, tevgerên çand û baweriyan, têkoşîna azadiyê, berxwedana nirxên hevpar ên azadiyê û yekîtiya wan felsefeya aştî û çareseriyê pêk tînin û hate gotin, "dîroka ku şer û aştî bi awayekî hişk hatin pêşberî hev bûye Komploya 9’ê Cotmehê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêk anîn." Bi berdewamî wiha hate gotin:
'ŞERÊ AZADÎ Û KOLEDARIYÊ'
"Komploya 9’ê Cotmehê destpêka êrîşa bi ser Birêz Abdullah Ocalan de ye ku biratî û yekîtiya gelan, rêbaza çareseriya demokratîk, pergalên civakî yên li ser esasê azadixwaza jinê ava kiriye. Tekana armanca van êrîşan heye ku bi Komploya 15’ê Sibatê re berdewam kirî û bi tecrîda giran ku ev du sal in li pergala îşkenceyê ya Îmraliyê dewam dike; ji astengkirina pêşketina pergalên azadixwaziya gelan ji holê rakirina sazûmaniya Rêbertiyê ye. Siyaseta Noker a Kurd û xeta Îslamiya siyasî li şûna xeta azadiyê danîne û bi vî awayî formula şerê Rojhilata Navîn hatiye danîn. DAIŞ weke amûra vî şerî îro derketiye holê. Bi Şoreşa Rojava û paşxaneya ku DAIŞ’ê nûnerê êrîşa bi ser Şoreşa Rojava de derdixîne pêş, şerê azadî û koledariyê ye ku bi Komploya 9’ê Cotmehê re hatibû asta herî bilind.
'NE MEXDÛR, NEFERÊN BERXWEDANÊ…'
Li ser vê rastiyê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê bûye êrîşa herî bi nemerdî ya hêzên desthilatdar ku dixwazin hegemonyaya netewe dewletiyê bi rêbaza DAIŞ’ê li ser piyan bihêlin. Plangerên vê êrîşa bombeyî ya li dijî bi deh hezaran kesî, ku ji bo çareseriya demokratîk a kêşeyên polîtîk, bi mebesta ku bi rêbazên muzakereyê yê aştiyane werin çareserkirin, weke hêzên ku li Cizîrê komkujî kirin, hêzên Şirnex, Gever, Nisêbîn, Sûr, Hezex kavil kirin derketine pêşberî me. Ev hêzên ku geşedanên polîtîk ên têkildarî azadî, wekhevî, dadmendî û miroviyê, pêkhatin, reng û zimanan bi dijminane pêşwazî dikin û dixwazin bi rêbazên dijminane ji holê rakin, di nav mekanîna darbeyê de ne tenê xwe hemû welêt ber bi bobelatê ve dibin. Ya ku rêwitiyên mîtînga aştiyê ya 10’ê Cotmehê, yên ku şehîdên wê, birîndarên wê û rêxistinên wê bi temamî dîtibûn û dixwestin asteng bikin ev mekanîka darbeyê û ev faşîzm bû. Weke berxwedêrên yekîtiya jiyanê ya li ser azadî, aştî û demokrasiyê wê di cihê herî rûmetdar a dîroka me de cihê xwe bibînin. Heta ku em bîranînên wan, dinyaya azad ku wan bêriya wê dikir pêk bînin deynê li ser sukra me ye."
KJA di dawiya daxuyaniya xwe de Komploya Navneteweyî û Komkujiya 9’ê Cotmehê şermezar kir û bang kir têkoşîna azadiyê, berxwedana li dijî faşîzmê were geşkirin.