KJA: Em desteserkirina şaredariyan nas nakin, em ê li qadan bin
Pêkhateyên KJA'yên yên Wanê diyar kirin, ew ê desteserkirina şaredariyan nas nekin.
Pêkhateyên KJA'yên yên Wanê diyar kirin, ew ê desteserkirina şaredariyan nas nekin.
Pêkhateyên KJA'yê yên Wanê li ber Navenda Jiyana Jinê ya Rojbîn bi daxuyaniyekê ve desteserkirina şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin û gotin ew ê vê desteserkirinê qebûl nekin.
Hevseroka Şaredariyê Zîlan Aldatmaz got, desteserkirina şaredariyan darbe ye.
'EM Ê DESTKEFTIYAN BI DEST VE BERNEDIN'
Aldatmaz têkildarî desteserkirina şaredariyên Kurdistanê wiha got:
Em ê darbeya li hişmendiya ku dixwaze bajaran bi pêşengtiya jinê ava bike, qet qebûl nekin; ev desteserkirin e, dagirkerî ye, destêwerdana li vîna tevlêker, azadîxwaziya jinê ye û em nas nakin. Hevserokên ku me yên ku niha hatine desteserkirin jixwe beriya bi salekê bi vê hişmendiya desteserkirinê jixwe hatin girtin û ji peywirê hatin girtin. Di şexê hevserokên şaredariyên me de em bang li gel dikin, em ê qeyûman nas nekin û li tax, kuçe û meydanan bi gel re têbikoşin.''
ŞÎMLEK: DI HILBIJARTINAN DE TÊK ÇÛ, BI DESTESERKIRINÊ DIXWAZE BI SER BIKEVE
Piştî Aldatmaz endamê MP'ê ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek axivî û got ,''Em diyar dikin ku em vê desteserkirinê qebûl nakin. DBP vê pêvajoya bi ser 106 şaredariyan de qebûl nake. Mifetişên ku hatin şandin ti dizî nedîtin. Ev şaredarî bi vîna gel hatin hilbijartin. Gelê me wê vê qebûl neke. Ev xesp e, dagirkerî ye. Ev darbeya li Kurdan e. Darbeyeke siyasî ye. Divê mirov karê AKP'ê bibîne. Hikûmeta ku di hilbijartinan de têk çûyî bi hişmendiya desteserkirinê fikir dike ev ê bi başî lê vegere. Lê ev qeyûm wê nikaribin vîna gel ji holê rakin.''