'Jiyana Rêberê me jiyana me ye'
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî got, "Jiyana Rêberê me jiyana me ye" û bang li jinan kir, ku bi ruhê seferberiyê her cihî veguherînin qada berxwedanê.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî got, "Jiyana Rêberê me jiyana me ye" û bang li jinan kir, ku bi ruhê seferberiyê her cihî veguherînin qada berxwedanê.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî got, "Jiyana Rêberê me jiyana me ye" û bang li jinan kir, ku bi ruhê seferberiyê her cihî veguherînin qada berxwedanê.
Agirî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û çalakiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya li dijî vê tecrîdê, ji ANF'ê re axivî.
EGER RÊBERTÎ DÎL GIRTÎ BE, KURD HEMÛ DÎL GIRTÎ NE
Agirî bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ji her alî ve têkilî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û destûr nayê dayîn malbat û parêzer wî bibînin.
Leyla Agirî bal kişand ser hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û anî ziman, tecrîd û îzolasyona li ser Ocaan piştî hewldana darbeyê hatiye girankirin.
Agirî destnîşan kir, ku azadî, tenduristî û ewlekariya Ocalanji bo wan gelekî girîng e û got, "Me ev yek ji xwe re kirine pîvana têkoşînê: Azadiya Rêberê me azadiya me ye, jiyana Rêberê me jiyana me ye. Ev gotineke ji rêzê nîne. Ev gotin ji aliyê dîrokî û civakî ve, ji bo jinê û civakê gelekî kûr û watedar e. Wateyeke jiyanî ya Rêber Apo ji bo me heye. Bi taybetî ji bo me jinên Kurd gelekî watedar e. Ji ber ku pênasekirina azadiyê, meşa li ser şopa azadiyê, hişmendiya azadiyê, afirandina vîna azad û bûyîna xwedî nasnameya azad, her wiha pêkanîna şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn, li ser bingeha nirxên azadiyê yên Rêbertî afirandin, derketin holê. Xwegihandina li Rêbertî li ser bingeha azadiyê bû. Jiyana azad a bi Rêbertî re di nava me de watedar bû. Ji bo me jinan eger Rêbertî hebe, em hene. Eger Rêbertî tine be em jî nînin. Jiyana Rêberê me jiyana me ye. Û ev 17 sal in jiyana me dîl hatiye girtin. Dîlgirtina Rêbertî dîlgirtina me jinan û tevahiya civaka Kurd e. Di rewşe heyî de em ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin. Ji xwe bi vîna berxwedanê ya xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê, bi Şoreşa Rojava û bi çalakiyên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat em nîşan didin, ku em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin. Roj hîn bêhtir xwedîderketina li Rêbertî ye. Roja civîna li dora Rêbertî ye."
RÊVEBERIYA TIRKIYEYÊ BI TI AWAYÎ NE MEŞRÛ YE
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî da xuyakirin, ku êdî tehemûla wan nema ye rojeke tenê ya bê Rêbertî bijîn û bibîr xist, piştî hewldana darbeyê ewlekarî û tenduristiya Ocalan ketiye nava xeteriyeke mezin e.
Agirî got, "Ji ber vê yekê, divê em bi ruhekî mezin ê seferberiyê li dora Rêbertî li hev bicivin û ji vê kêliyê û pê ve her cihî veguherînin qada berxwedaneke mezin. Pêwîste jin ti astengiyan nas nekin, ti sînoran nas nekin û bi ruhekî mezin ê berxwedanê, bi sekneke rêxistinbûyî û radîkal her cihî veguherînin qada têkoşînê."
Agirî destnîşan kir, ku divê kes bi daxuyaniyên rayedarên hikûmet û dewleta Tirk nexapin û işaret bi gotinên Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag kir.
Leyla Agirî di vê der barê de got, "Radibe dibêje rewşa Rêbertî baş e. Ji xwe li Tirkiyeyê rêveberî nîne. Rêveberiya li Tirkiyeyê meşrû nîne. Hikûmeta AKP'ê hikûmeteke darbeyê ye. Darbeyek li vê rêveberiya darbeyê hat kirin. Lewma ev rêveberî bi ti awayî rewa nîne. Ti qîmeta gotinên xwe jî tine ye. Ev gotin, ji bo xapandina raya giştî, ji bo bêbandorkirina berxwedana gelê Kurd bi zanebûn hatine bilêvkirin. Divê jin û gelê me haya xwe ji van polîtîkayan hebe. Gotinên rêveberiyeke ne meşrû, ji bo me bêwate ne. Heta ku heyeta berê hatiye destnîşankirin biçe bi Rêberê me re hevdîtinê bike, heta ku li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê me agahî ji me û gelê me re bê dayîn, em ê her li qadan bin. Em ê çalakiyên xwe bêhtir radîkal û civakî bikin."
ÇALAKÎ WÊ BÊHTIR RADÎKAL BIBIN
Agirî da zanîn, ku gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bûne navnîşana çareseriyê û got, "Pêşketineke bêhempa heye. Vîneke bêhempa heye. Dewleta Tirk nikare xwe li vê rabigire. Bi hewldaneke darbeyê ya li Cerablûsê re hewl didin vê şoreşê qels bikin û di vê oxirê de polîtîkayên qirêj dimeşînin. Bi senaryoyeke Cerablûsê re xwestin, li gorî xwe darbeyekê bikin. Rewşa dewleta Tirk a navxweyî û derve, nêzîkatiya wê ya li pirsgirêka Kurd ji her alî ve faşîzm e. Rê û rêbazeke bê qebûlkirin nîne. Yê ku îro herî zêde êrîşî vîna rêxistinbûyî ya geê Kurd dike, dewleta Tirk e, hikûmeta AKP'ê ye. AKP û DAIŞ yek e. Ev rastî di roja îro de zela bûye. Di nava rastiyeke bi vî rengî de ti qîmeta gotina hin kesan ku dibêje 'Rewşa Rêber Apo li Îmraliyê baş e, bila fikar li ser tenduristî û ewlekariya wî nebe' nîne. Ji ber vê yekê divê em bi xurtî li dora Rêbertî bicivin. Heta Rêbertî azad bibe em ê ji îro û pê ve têkoşîna xwe bêhtir radîkal bikin."
Leyla Agirî da xuyakirin, ku gerîla ji aliyê xwe ve di mijara xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd û pêvajoyê de vîneke girîng nîşan dide û got, "Îro li Kurdistanê, bi taybetî jî li Ewropayê çalakî ji bo Rêbertî tên lidarxistin. Li ser bingeha greva birçîbûnê, nûnerên gel ên hatine hilbijartin dest bi çalakiyan kirine. Li Başûrê Kurdistanê bi heman rengî çalakî pêk tên, çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan berfireh dibin û wê bêhtir radîkal û mezin bibin. Ji bo me jinê Kurd, temamiya gelê Kurd ê bi rûmet, hêzên demokratîk ên dostên Kurdan, dem ew dem e ku li her cihî ya ji dest tê bike. Berpirsyariyên me yên dîrokî hene. Em li herêmeke welê dijîn, ku her roj komkujî û şer derdikeve pêşiya me. Yekane hêza dikare li Rojhilata Navîn çareseriyê bafirîne Rêber Apo ye."