Jinên Wêranşarê: Em li gel Leyla Guven in

Jinên Wêranşarê berxwedana Leyla Guven silav kirin û gotin; “Leyla ji bo aşitî û aramiyê bedena xwe da ber mirinê. Leyla serblindiya Kurdan e."

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 129’an de didome. 

Guven di hilbijartina xwecihî ya sala 2009’an hevşaredariya navçeya Wêranşar a Rihayê de bi ser ketibû û piştî demeke kurt ya peywirê ji ber êrîşên qirkirina siyasî hate girtin û 5 salan li girtîgehê hate girtin. Me Guven a di grevê  de ji  ji jinên Wêranşarî pirsî. Jinan diyar kirin ku çalakiya Guven rewa û mafdar e û gotin ew li gel Leyla Guven in.

‘XWEDÎ LI DAXWAZÊN LEYLA DERDIKEVIM’

Fesla Erdem: Çalakiya Guven çalakiyekî rûmetê ye. Ez bi cil û can çalakiya wê silav dikim. Ev çalakî çalakiyekî fedekarî ye. Ji bilî jinên Kurd tu kes vê fedekariyê nake. Leyla Guven li vir gelek kar kir û em wê baş nas dikin. Gelek nirx dida jinan. Bi bawer im ku çalakiya wê, ew ê bibe sedema aştiyê. Çalakî wê tecrîda li ser rêberê me rake. Tecrîd tê wateya zilm, neheqî û şer. Eger îro tecrîd ne bûya wê Tirkiyeye di astek din de bûya. Vê tecrîdê ji bo berjewendiyên xwe didomînin. Tecrîd bi yekîtiya nava Kurdan ew ê were şikandin. Ez xwedî li daxwazên Leyla Guven ê derdikevim. Serketinê ji bo hemû çalakgeran dixwazim.”

‘LEYLA RÛYÊ SPÎ YÊ KURDAN E’

Nûriye Dagci: Leyla Guven demekê hevşaredara me bû û em gelekî jê razî bûn. Miroveke gelek serketî û binirx bû. Dema ku seroka me bû li navçeyê gelek karên baş kir. Îro di grevê de ye. Em jî her dem li gel wê ne. Daxwaza wê daxwaza me ye. Leyla jineke Kurd e ku bedena xwe ji bo aştî û aramiyê daye ber mirinê. Leyla serbilindiya Kurdan e.

Asli Înal: Em rêz ji çalakiya Guven re digrin. Her demê em bi Leyla re ne. Tecrîd bi têkoşînê re ew ê were şikandin. Îro Leyla Guven jî vê têkoşînê dimeşîne. Ji bo şikandina tecrîdê têkoşînekî mezin dide.”

Zelîha Kalan: Divê her kes ji bo Leyla Guven rabe ser pêyan. Ji ber ku Guven di rastyê de hem bi hestê jin û hem jî dayîkekê tevger dike. Xwedî li me derdiekt û her dem li gel me bû. Jinên Wêranşarê hertim piştgiriyê dide têkoşîna wê. Bila tu caran xwe bi tenê hîs neke. Leya ji bo me navekî gelek binirxe.”