Jinên Sosyalîst li dijî barbariya DAIŞ'ê meşiyan

Yekîtiya Jinên Sosyalîst beşdarî Festîvala Fete l'Humanîte bû, ku festîval her sal ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê ve tê lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, li qada festîvalê stantek vekir û şîdeta li dijî jinê xist rojeva festîvalê. Jinan ji bo Ayşe Unlucan a ku beriya niha bi demekê li Parîsê bû hedefa şîdeta hevserê xwe, îmze dan hev û belavok belav kirin.

Roja 10'ê Îlonê jî endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fete l'Humanîte meşiyan. Ev meşa ku cara şeşemîn e tê lidarxistin, îsal li dijî şîdeta barbariya DAIŞ'ê ya li dijî jinê hat lidarxistin. Di dema meşê de qisekeran rûyê qirêj û barbariya DAIŞ'ê teşhîr kirin û dirûşme qîriyan. Jinan dan xuyakirin, ku komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin dewam dikin û gotin, mejiyê DAIŞ'ê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn serdest e. Jinan bibîr xistin, ku komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin, ne tenê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn e, di heman demê de li bajarên Ewropayê yên mîna Parîs, Bruksel û Nîce jî tên kirin.

Ji pêşengên tevgera jinên Fransayê hevrêya Maya Sûrdûs Sûzy Rogîtmam û rêxistinên jinan Femmes Solîdarîes, Regîon Parîsîen jî tevlî vê meşê bûn. Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst li dû meşê axivî û li dijî şîdeta li hemberî jinê banga têkoşîna hevpar kir.