Jinên Kurd yên li Nîkolayevê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd yên li Nîkolayevê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd yên li Nîkolayevê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd yên li Ukraynayê jiyan dikin bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê di şahiyekê de hatin gel hev û ev roj pîroz kirin.
Jinên Kurd yên li bajarê Ukranya Nîkolayevê jiyan dikin biboneya pîrozkiri na 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê di şahiyekê de hatin cem hev. Şahiya ku ji aliyê organizasyona jinên Nîkolayevê hatibû amadekirin li salona meydana Ayvazovkaya di seet 18:00 êvarî de despêkir. Li gel jinên Kurd yên li Ukranya jiyan dikin gelek jinên Ukraynî jî bi eleqeyek mezin beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de li ser navê organizasyona jina ya Nîkolayevê endama rêvebirê Gulê Aloyan li ser wate û girîngiya rojê axaftine kurt kir. Aloyan di axaftina xwe de bal kişand ser sê jinên Kurd yê siyasetmedar ku di 9 Çilê de bi komployek mezin hatibûn qetilkirin û got: “ Em wek jinên Kurd vê rojê diyarî wan her sê jina dikin û em dê di riya wan de bitêkoşin.”
Di heman şahiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Çîçek Rizgar jî axaftinek kir. Rizgar di axaftina xwe de da diyarkirin ku, jinên Kurd ev roja girîng û bi wate diyarî hersê jinên Kurd kirine û got: “Li hemû cihê jinê Kurd jiyan dikin ev roj bi giringî û coşek mezin tê pîroz kirin. Lê îsal ev roj ji bo me jina wateyek xwe ya cûda heye. Ew jî em vê rojê di kesayeta Sakîna, Leylaya û Fîdanan de bi wateyek cûda pîroz dikin. Bi vê pîroz bahiyê ve em dixwazin mesaja ku jin ti carî li hemberî zordestî û komploya serî netewandine û ji niha şûn ve jî natewînin. Em dîsa girêdana xwe bi hevalên xwe didin nişandan û heya kujerê wan hersê hevalê me dernekeve holê û bûyer zalal nebe jin narawestin. Em dê li pey vê bûyerê bin. Dîsa ez vê rojê li hemû jina pîroz dikim û ji wan re dibêjim bi hêviya hemû roj wek roja 8’ê Adarê bi azadbin.”
Pîştî axaftina şahî bi sitrana û govendê heya derengê şev berdewam kir.