Jinên Kurd li San Francîscoyê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd li San Francîscoyê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd li San Francîscoyê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd li bajarê San Francisco yê eyaleta Calîforniaya DYA’yê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê pîroz kir.
Şahiya ku li Navenda Civaka Kurdan ya li Californiayê pêkhat, deqîqeyek ji bo rêzkirina kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurdan Fîgen Hoşger axivî û da diyarkirin ku, tekoşîna jina ya bi berxwedana jinên karker yên di tekstîla Newyorkê de destpê kir û bandora wê ya li ser jinên Kurdan vegot. Hoşger destnîşan kir ku, îro jinên Kurd nûnerên vê mîrasê ne.
Di şahiyê de sînevîzyona têkildarî 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat nîşandan, her wiha axaftina Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ya civîna koma BDP’ê ya têkildarî 8’ê Adarê hate nîşandan. Şahî bi girêdana govendê bidawî bû.