Jinan li Freîbûrg û Rennesê, tecrîd û darbeya AKP'ê şermezar kirin

Li bajarên Freîbûrg û Rennes ên Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qeyûm û zextên li medyayê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desteserkirina şaredariyan û girtina qenalên televîzyon û radyoyê hatin şermezarkirin.

Mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin, bi beşdariya gelek kesan pêk hat ku piraniya wan jin bûn. Mîtîng li Kartoffelplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, ku heman piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, AKP'ê bingeha darbeya sivîl amade kiriye û di asta herî bilind de mafên Kurdan binpê kiriye. Li dijî vê rêveberiya dîkta bang li raya giştî hat kirin ku derhal bikeve nava tevgerê. Di mîtîngê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, mîna her hefteyê vê hefteyê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Bi pêşengiya KOmeleya Jinê ya Zîn li Place de la Maîrîe bi beşdariya 50 kesî çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe"," DAIŞ terroriste Erdogan complice" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

Çalakî wê her hefteyê dewam bike.

...