Jin wê li Swêdê ji bo azadiya Ocalan 80 kîlometreyan bimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin wê li Swêdê meşeke dirêj lidar bixin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin wê li Swêdê meşeke dirêj lidar bixin.
Jinên Kurdistanî yên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, wê li bajarê Ûppsalayê li hev bicivin û roja 9'ê Îlonê saet di 13:00 de ber bi Stockholmê ve bimeşin. Çav li rê ye çalakger 10'ê Îlonê roja Şemiyê piştî nîvro bigihêjin Stockholmê. Piştre wê tevlî 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê bibin, ku wê li taxa Solnayê pêk were.
Meşa dirêj ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd Sara, KJAR a li Swêdê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Orebro, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Borlange, Komîteya KJAR'ê ya li Karlstadê, Ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd ên li Goteborgê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Goteborgê, Meclîsa Jinên Kurd Amara, Komîteya KJAR'ê ya li Stockholmê, Însiyatîfa Jinên Kurd a li Norwêcê, Meclîsa Jinê Sêvê ya li Danîmarkayê, Komuna Jinê Warşîn a li Gavle, Dayikên Kurd ên li Swêdê, Însiyatîfa Jinê ya li Ûppsala û Dayikên Kurd ên li Karlstadê ve tê organîzekirin.
Saziyên amadekar daxuyaniyeke hevpar weşandin û bal kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel û jinên Kurd. Saziyan xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin.
NCDK A SWÊDÊ JI BO FESTÎVALÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR
Di vê navberê de Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistanî û dostên wan kir, ku 10'ê Îlonê roja Şemiyê beşdarî 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ya li taxa Solna bibin.
Festîval wê li Sonahallenê pêk were û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş weke qiseker lê amade be. Festîval wê saet di 17:00 de destpê bike.