BI DÎMEN

Jin paradîgmaya Abdullah Ocalan belav dikin

Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 25 jin li hev kom bûn, berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û ji xwe re kirin wezîfe ku paradîgmaya Abdullah Ocalan belav bikin.

LI ROJAVA TÊKOŞÎNA JINÊ

Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi çalakiyên cihêreng dewam dike ku kampanya 'Rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan' yek ji wan çalakiyan e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rengekî çalak tevlî vê kampanyayê dibin.

Mîna li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên li Qamişloyê jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin.

Li taxa Xerbî ya Qamişloyê 25 jinên ji 7 komunan li hev kom bûn, pirtûka Sosyolojiya Azadiyê dixwînin û piştî xwendina her sernavî nîqaşan dikin. Jinên ku gihîştine sernavê 'Fikirîna li Sîstema Şaristaniya Demokratîk', nêrînên xwe yên li ser mijarê tînin ziman û fikrê xwe xurt dikin.

'TÊKOŞÎNA CIVAKEKE DEMOKRATÎK MEŞAND'

Perwîn Cemîl di nîqaşan de mafê axaftinê wergirt û got, "Nabe ku em demokrasî, edalet û wekheviyê ji hev cuda binirxînin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de van pênaseyan bi kûrahî dinirxîne. Li cihê ku edalet û wekhevî nîne mirov nikare qala demokrasiyê bike. Demokrasî bicihanîna edalet û wekheviyê ye. Rêber Apo ev pênase di jiyanê de bi cih anî û ji bo afirandina civakeke demokratîk têkoşiya. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê navê xwe li dîrokê nivîsand. Li ser vê xakê ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêber Apo hewl tê dayin. Jin bi xwendina Rêber Apo, ji bo afirandina civakeke demokratîk, bi edalet û wekhev gavan diavêjin. Perwerdeya di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de, nîqaşên li ser mijarê dike ku civak bê birêxistinkirin."

Ji beşdarên nîqaşê Fatma Omer jî got, "Paradîgmaya Rêber Apo gihîşt her devera cîhanê û îro bi milyonan mirov Rêber Apo dixwînin. Em bi fikrên Rêber Apo pîvanên civaka demokratîk nîqaş dikin. Afirînerê civaka demokratîk Rêber Apo mîmarê Şoreşa Rojava ye. Bi rê û rêbazên wî em ê jiyaneke nû ava bikin."

Xade Mihyeddîn jî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî qala pêwîstiya misogerkirina azadiya civakê û jinê dike û got, "Azadiya civakê di nava azadiya jinê de dibîne. Lewma avakirina civakeke demokratîk wê bi pêşengiya jinê pêk were."

Ji rêveberên taxa Xerbî ya Kongra Star Romedîna Beşîr jî qala girîngiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Bi xwendinê em hewl didin fikrê Rêber Apo fêhm bikin. Ji bo azadiya civakê û jinê projeyên dewlemend pêşkêş dike. Bi saya têkoşîna ku ji bo zanebûna jinê dimeşîne îro jin ji bo azadiya xwe têdikoşe, berdêlan dide."

Romedîna Beşîr destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew asta têkoşîn û biryardariya xwe bilind bikin.