Jin ji bo mîtînga Dêrsîmê bi rê ketin

Jin ji bo mîtînga Dêrsîmê bi rê ketin

8’ê Adara îsal ku diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatin qetil kirin, kirin ji bo fînala 8’ê Adarê nêzî du hezar jin ji Amedê berbi Dêrsîmê ve derketin rê.

Bi pêşengiya DOKH’ê bi şîara ‘Ji Rozayan heta Sakîneyan soza we soza me ye, riya we riya me ye’ û ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Qirkirinê re Na’ ev du hefteye di çarçoveya 8’ê Adarê roja jinan de çalakî didomiyan û fîlana wê jî dê îro li Dêrsîmê pêk were.

Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, parlamenterên BDP’ê yên jin, şaredara Dêrsîmê, seroka giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, dayikên Roboskê, ji Dayikên Aştiyê Nezehet Teker  dê tevli mîtîngê bibin. Girse dê ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê bimeşe  Qada Seyît Riza.

Ji gelek  bajarên Kurdistanê jin bo ku dengê xwe bidin hîskirin dê biçin Dêrsîmê. Ji Amedê din ava wan de hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, seroka Meya-Der a Amedê Leyla Ayaz, şaredarên jin û cigirên wan bi giştî du hezar kes bi konvoyekê berbi Dêrsîmê ve bir ê ketin.

Ayşe Kolîvar , Rojda û koroya şaredariyê dê derkevin ser dîkê.