Ji PAJK'ê daxuyaniya li ser 9'ê Cotmehê
Koordînasyona Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK), bi wesîleya salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek weşand.
Koordînasyona Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK), bi wesîleya salvegera 18. a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek weşand.
Koordînasyona PAJK'ê, komploya 9'ê Cotmehê ku bi konsepteke navneteweyî ev 19 sal in tê meşandin şermezar kir û got, "Em xebata berxwedanê ya Rêber Apo ku ev komplo pûç kiriye silav dikin û şehîdên xwe yên bi canê xwe li ber komployê rabûne bi rêzdarî bibîr tînin. Weke Tevgera Azadiya Jinê em soza xwe dubare dikin, ku em ê hêrsa bi têkoşînê nîşan bidin û bi berxwedanê bersivê bidin dîroka komployan."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên serdest ên navneteweyî, dema komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê amade kirin, xwestin tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Ocalan tesfiye bikin û li şûna wê hêzên noker ên xwecihî tevbigerînin û xwe bigihînin berjewendiyên xwe yên hegemonîk.
PAJK'ê diyar kir, tevî têkilî û hesabên qirêj ên Ewropayê jî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bersiva destpêkê ya li vê komployê, hewl da li vir bikeve nava lêgerîna çareseriyê, eger hêvî ji bo Kurdan û mirovahiyê hebe, wê bibîne û bingehekê ji bo çareseriyê bafirîne.
PAJK'ê da zanîn, ku ji ber berfirehî û kûrahiya komployê, firsend ji vê hewldanê re nehatiye dayîn û komplo gihîştiye pêvajoya Îmraliyê. PAJK'ê bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê ji destpêkê ve daye xuyakirin ku ev komplo ne tenê li dijî gelê Kurd an jî baweriyekê ye û got, "Ji ber vê yekê her tim xeteke têkoşînê ya berfireh û bênavber esas girtiye. Bi kûrahî û berfirehiya komployê hesiya û li gorî vê yekê dest bi amadekarî û berxwedaneke mezin kir. Rêberê me yê azadiyê bi paradîgmaya xwe, bi pêngavên xwê yên bîrdozî û siyasî û bi xeta xwe ya polîtîk re her tim li dijî kevneşopiya komployê bi pêş ve çûye. Bi pêşdîtina xwe ya kûr, bi hîsên xwe yên polîtîk, bi hişmendiya xwe ya dîrokî û civakî, ya herî girîng; bi baweriya xwe ya bi azadiya gelan re ev kevneşopiya komplokeriyê pûç kiriye.
PAJK'ê bal kişand ser rola xeta berxwedanê ya 'hûn nikarin roja me tarî bikin' a di pûçkirina komployê de û wiha dewam kir: "Ji ber ku her carê komplo têk diçe, neçar dimînin komployên mezintir û cudatir bafirînin. Weke ku di bûyera darbeyê de jî hat dîtin, car carna ew bi xwe dikevin nava xefikên komployên xwe. Lewma em dikarin vê rastiyê bi hêsanî bilêv bikin; komplo dewam bikin jî wê bi ser nekevin.
Bi taybetî di vê demê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, hemû hêzên navneteweyî bi hev re didin û distînin û li vê erdnîgariya şer lê heye, kevneşopiya komployan wê neqede. Heta ku sîstema serweriyê li desthilatdariyê be, ev çîrokên komployan wê neqede. Ew çiqasî bidin dû armancên qirêj jî, çiqasî tifaqên gemarî çêbikin û bixwazin cîhaneke qirêj li pey xwe bihêlin, wê nikaribin wijdanê mirovahiyê gemarî bikin. Mirovên komplo li wan tê kirin, bi kul û derdên komployan dizanin. Lewma bi her awayî li ber komployan radibin û têdikoşin."
Koordînasyona PAJK'ê bibîr xist, ku di herikîna dîrokê de komploya destpêkê li dijî jinan hatiye kiriye û ragihand, mexdûrên herî mezin ên komployan jî jin in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina 'Ji min bêhtir hûn di nava çarmixeke xetere de ne' ev rastî pênase kiriye û hat gotin, "Rêberê me yê azadiyê, der barê komployan de em hişyar kir û berê me da têkoşîneke berxwedêr. Em ê dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê xwe ji holê rakin û bi vî rengî xwe jî azad bikin. Û heta ku Rêber Apo ji nava sîstema Îmraliyê neyê derxistin, em ê xwe azad nebînin. Ji ber vê yekê, em ê bi feraseta xwe, bi rewşa xwe ya rêxistinî û pîvanên xwe yên exlaqî yên bi welatparêzî û vînê qewîn bûne, hewldanên komployan ên mîna tevnekê hatine hûnandin, ji hev bixin. Ev komplo li dijî hemû bindestan û gelan hatiye kirin. Lewma wê bi têkoşîna hemû bindest û gelan pûç bibe. Em hêrsa xwe ya mezin, bi têkoşînê nîşan bidin."