Ji Komîteya Kedkarên Jin a KCK’ê peyama 8’ê Adarê
Ji Komîteya Kedkarên Jin a KCK’ê peyama 8’ê Adarê
Ji Komîteya Kedkarên Jin a KCK’ê peyama 8’ê Adarê
Komîteya Kedkarên Jin a KCK’ê peyamek weşand û 8’ê Adarê pîroz kir. Komîteyê bang li hemû jina kir ku li dijî rejîmê têkoşîna xwe bilind bikin.
Komîteya Kedkarên jin a KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em 8’ê Adareke din ya roja berxwedana li dijî modernîteya kapîtalîste, pêşwazî dikin. Hemû jinên cîhanê li dijî bê ahlaqî û pergala hegomon-serdestiya mêr, xwedî li keda xwe derketiye û derdikeve. Di roja me ya îro de ku polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî jinê bi her awayî didome, îdeolojiya rizgariya jinê û bi rêxistinbûna vê re jin berxwe didin û têkoşîna hebûnê didin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “jinên kurd jî bi keda berxwedan û têkoşînê bi biryarke mezin cihê xwe li qadên azadiyê girtin. Azadî kedê dixwaze. Jinên kurd bê navber li cihên ku mane ked dane. Cihên xwe û riyên xwe diyar kirine. Têkoşîna azadiyê bi kevneşopiya keybanuyên kedkarên azadiyê didome. Hevala Sakîne Cansiz kedkara berxwedana azadiya jinan a gerdunî bû. her dema hebûnê bi kedê ve girêdye û bi terza xwe li her qadê têkoşiyaye.
Divê her roj, her saet, her deqe û her dem bi keda jinê di jiyanê de bibe ya jinê. Em divê esasê de 8’ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê li hemû jinan pîroz dikin. Jina bê ked tune. Hemû jin divê li dijî qikirin, komkujî û hêzên desthilatdar têbikoşin.