Ji fermandarên gerîla yên MLKP’ê Canbay jiyana xwe ji dest da

Ji fermandarên gerîlayên MLKP’ê Berfû Dîlan Canban, di şerê Dêsimê de jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Yekîneya Gerîla ya Bejahiyê ya MLKP’ê diyar kir, li Ovacik a Dêrsimê 8’ê Îlonê di şerekî de fermandara Yekîneya Jin a Gerîla Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Hevrê Arjîn dema ku ji peywira xwe vedigeriya, saet 17.00’an li gundê Kozluca yê Pilûrê ya Dêrsimê bi komek hevalên xwe re dikevin kemîna artêşa kujer a AKP’ê ya faşîst. Hevrê Arjîn demildest çeka xwe dide xebitandin. Piştî şerê saetekê, hevalên din ji qada ku bi helîkoptêrê lê hate xistin xwe xilas kirin, lê hevrêya me Arjîn di şer de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.’’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Ew neferekî serhildêr ya boluka fedaî ya partiyê bû ku di xwe hilnedihat. Weke berekî pekiya pêşî weke ku bibêje, ‘’pêşî divê ez bim’’ Weke gotina hevrêya me bixwe, ‘’tam di wê demê de ku dixwest  kêfxweşiya mezinbûnê, bikaribe mezinbûnê bijî, dema ku kelecaniya vê pê re çêdibe, xemgîniya kêmbûnê, xembariya vê dîsa dîsa dipêçe’ me hemûyan.’’

Fermandariya Yekîneya Gerîlayên Bejahiyê ya MLKP FESK’ê diyar kir ew ê ‘’li têkoşîna şehîdan xwedî derbikevin’’ û sicîla Canbay jî wiha da:

Nasnav: Arjîn Selçûk

Nav û Paşnav: Berfû Dîlan CANBAY

Navê Bav: Alî

Navê Dê: Melek

Cih û Dîrok Jidayikbûnê: Amed- 07-11-1992

Cihê Şehadetê: Dersîm - Pilûr Kozlûca

Dîroka Şehadetê: 8 Îlon 2016