Ji bo tenduristiya Zeynep Celaliyan Îran hat hişyarkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan dengê xwe li Îranê kir.

Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê da xuyakirin ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) têkîldarî rewşa Zeynep Celaliyan daxuyaniyek weşandiye û dengê xwe li dewleta Îranê kiriye.

 Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber nexweşiya Celaliyan û ji ber rayedar nahêlin di şertên nexweşxaneyê de bê dermankirin, rewşa tenduristiya wê xetere ye. Hişyarî hat kirin ku Celaliyan dike kor bibe, hate xwestin ku demildest bê emeliyatkirin û şertên guncav ên nexweşxaneyê bên sazkirin.

‘JI BER ÎTÎRAF NEKIR…’

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hate diyarkirin ku ji ber Zeynep Celaliyan li ber kamerayên nebûye îtîrafkar, rejîma Îranê dermankirina li nexweşxaneyê red dike. Her wiha rejîma Îranê nahêle Celaliyan malbata xwe bibîne, hate ragihandin ku dozgeriyê ji parêzerên Celaliyan re gotine eger li ber kamerayan îtîrafan neke wê destûra ti tiştî neyê dayîn.

SALA 2008’AN HATIBÛ GIRTIN

Zeynep Celaliyan sala 2008’an bi îdîaya endamtiya PJAK’ê ji hêla Îtlaatê li Kirmanşanê hatibû binçavkirin û êşkencekirin. Celaliyan piştre li dadgehê bi cezayê sêdarê hatibû cezakirin, piştre ev ceza veguherîbû cezayê hepsa hetahetayî.