Ji bo sê jinên şoreşger li Brukselê daxwaza edaletê hat kirin

Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hat lidarxistin.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hatin bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan pêk hat û ji bo her sê şoreşgerên Kurd daxwaza edaletê hat kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin berzkirin. 

Her wiha, her roja Înê saet di navbera 16:00-17:00 de wê li Qada Garcentralê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî were lidarxistin.

...