BI DÎMEN

Îro giyanê ku li Kurdistanê li ber xwe dide giyanê Bêrîtan e

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 25’ê Cotmeha 1992’an li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayî, di salvgera 25. de ji hêla Gerîlayên YJA-Starê yên Eniya Mexmûr-Kerkûkê ve hate bibîranîn.

Gerîlaya YJA-Starê Şîmal Amara ku di 25. salvegera Fermandara Gerîla Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de axivî, got, ‘’Bêguman şehîd Bêrîtan ne tenê şexsiyetek e, di dîroka Kurdistanê de sembolek e. Her wiha di nav vê dîrokê de jineke pêşeng û xeta berxwedanê ye’’

Şîmal bi berdewamî wiha got: ‘’Xeta Bêrîtan bi felsefeya Rêber Apo ji bo hemû jinên Kurdistanê bûye xeteke nû ya giyan û berxwedanê. Ji bo vê jî xeta Bêrîtan xeteke wiha ye ku di nav avakirina konfederalîzmê de pêk hatiye. Ji bo vê jî Şehîd Bêrîtan ne tenê kesek e, ji bo hemû jinên Kurd û jinên dinyayê sembola azadî û berxwedanê ye.’’

Gerîla Şîmal Amara diyar kir xeta Bêrîtan artêşbûna jinê ava kiriye û wiha dom kir, ‘’Vê xetê rê li ber avabûna artêşa jinê vekiriye û ev bûye kana hêviyeke nû. Ev jî rihekî wiha ye ku bi pêşxistina xeta Rêber Apo a jinê pêk tê. Ji bo vê jî berxwedana hevala Bêrîtan, xeteke wiha ye ku bi radestbûnê û îxanê nizane û wê red dike.

Ev berxwedana xeteke dijî mêtingeriyê ye ku hêzên serdest diwazin li Kurdistanê pêk bînin. Artêşa jinê ya ku bi vî giyanî çêbûyî îro li çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Îro xeta ku li Kurdistanê pêş dikeve ev e. Em weke fedaîyên Rêber Apo êrîş ji kê ve werin, em ê li dijî van êrîşan xeta Bêrîyan ji xwe re esas bigirin û li ber xwe bidin.’’

EM XETA BÊRÎTAN ESAS DIGIRIN Û LI BER XWE DIDIN

Gerîla Rûken Nûda jî wiha got: ‘’Bi wesîleya 25. salvegera şehîdbûna heval Bêrîtan, roja 25’ê Cotmehê bi rihê ku xeta Bêrîtan ava kiriye, rihê jinê ye ku îro li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide.

Xeta Bêrîyan li dijî serweriyê, radestbûnê û îxanetê ye. Ji bo vê jî şehîd Bêrîtan li dijî îxanet û radestbûnê heta bi berê xwe yê dawî şer kir, ji bo ku radest nebe xwe ji kendalan avêt. Ji bo vê jî xeta Bêrîtan artêşbûna jinê afirand, berxwedana jinê afirand û bû hêviya berxwedanê ya jinê.’’

Nûha got, ‘’li her qadê em ê vî rihî û xetê esas bigirin’’ û wiha gotinê xwe qedand: ‘’Em weke gerîlayên YJA-Starê, li qadên Mexmûr û Kerkûkê heta dawiyê ji bo vê xetê biparêzin çi hewce be em amade ne ku bikin. Ji bo vê jî ti caran em ê welatê xwe ji hêzên serdest re nehêlin, ji ber ku xeta ku em nûnertiya wê dikin xeta Bêrîtan, Zîlan û Arîn e.’’

EM Ê HETA BI DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Gerîla Faraşîn Rojava jî wiha got: ‘’Bi wesîleya salvegera Şehîd Bêrîtan, di serî de Bêrîtan li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi hurtmet û minet bejna xwe ditewînim. Xeta ku li dijî serdestan û radestbûnê li ber xwe dayî û em anîn vê rojê ev xet e. Îro di nav şer de, ya ku li eniya pêş şer dike û bi ser dikeve xeta Bêrîtan e. Çawa ku heval Bêrîtan li dijî paşverûtî, radestbûnê li ber xwe da û heta bi berê dawî şer kir, em jî weke şopdarên vê berxwedanê heta bi dawiyê em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.’’

 

...