Tirkiyeyê di Plana Çalakiyê de ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, diyar kir ku wê ji bo girtiyên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn wê 'Mafê Hêviyê' nas neke.
Di planê de ku 27'ê Hezîrana 2025'an hate pêşkêşkirin, berpirsyariyên li pêşberî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Gûrban, Boltan, Kaytan û Ocalan (Hejmar 2) hate nirxandin.
DMME'yê di van dozan de ragihandibû ku nenaskirina derfetê jinûve nirxandina ceza yan jî hêviya berdanê ya ji bo kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn, binpêkirina xala 3'emîn (qedexeya kiryarên xerab ên li dijî mirovahiyê û êşkence) ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.
ISRARA LI SER TECRÎDÊ
Di plana çalakiyê de hate îdîakirin ku têkildarî Rêber Apo 'pêwîstî bi wergirtina tedbîrên cuda yên şexsî nîne', ku Rêber Apo ji sala 1999'an û vir ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ev rewş nîşan dide ku li gel biryara DMME'yê jî wê tecrîda li Îmraliyê dewam bike.
REDKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ
Hikumeta Tirk di sernavê "Berdana bi şert" de diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî "îstîsnaî" ye û ev hikumxwar nikarin sûdê ji mekanîzmaya berdana bi şert werbigirin. Bi vî rengî Tirkiyeyê bi fermî ragihand ku di mijara 'Mafê Hêviyê' de wê guhertinê di mewzûatê de neke.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç meha Gulanê di hevpeyvîneke xwe de li ser naskirina 'Mafê Hêviyê' ji bo Abdullah Ocalan gotibû, "Rewşeke bi vî rengî nabe." Gotinên di Plana Çalakiyê de hatin bilêvkirin, nîşan didin ku ev nêzîkatî bûye polîtîkaya fermî.