Hozat: Dema wê hatiye ku Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, ''Li hemû cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hene. Divê ev çalakî bêhtir werin rengînkirin, geşkirin û domandin. Dema wê hatiye ku ji hêla fizîkî ve Rêber Apo were azadkirin.''

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê, rojbûna Ocalan, pîrozbahiya Newrozê û peyama ku dayî, li ser encamên serfiraziya Garê, êrîşên li ser HDP'ê û geşedana dawî ya li Şengalê nirxandinên girîng kirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî nûçeyên li ser tendistî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di medyaya dijîtal û organên çapmeniyê yên Tirk de hatî belavkirin diyar kir, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê pergala tecrîd-êşkenceyê li Imraliyê tam kiriye, ''şerê taybet ê psîkolojîk. Bi van nûçeyên wiha bi sinirên gel dilîzin, dixwazin rewş-pozîsyona Rebertî bikin rewşeke jirêzê, rewşeke neyênî ya têkilî Rêber Apo ne pêkan e ku normalîze bikin. Gelê me û Tevgera me wê lîstikên wiha yên şerê taybet û ti nêzîkatiya neyênî ti caran qebûl neke û helwesta hewce nîşan bide. Ji ber vê pergala tecrîdê ya Imraliyê nikarin bikin amûrekî basît ê şerê taybey-psîkolojîk. Dewleta Tirk divê dev ji vê lîstika şer a taloke û gemarî biqere. Divê bi êgir nelîze. An na dewleta Tirk wê encamên wiha bibîne ku di dîroka xwe de qet nedîtiye.''

Hozat bi domdarî wiha got: ''Em bang li hêzên navnetewî dikin ku mîmarên pergala tecrîdê ya li Imraliyê ne ku bi berpirsyariya xwe rabin, dawi li pergala tecrîdê bînin. Polîtîkaya tecrîdê ya Imraliyê ne ku dewleta Tirk a faşîst bi tena serê xwe bi cih tîne.  Di serî de DYE û Konseya Ewroayê bi polîtîkaya tecrîdê ya bloka-Rojava-Ewropayê li ser hesab û berjewendiyên gemarî dimeşe. Bi qutkirina dengê Rêber Apo dixwazin tesira Rêber Apo ya li ser gelan asten bikin, dixwazin pêşî li Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bigirin ku bi vê wê kontrol ji dest wan derkeve. Em bang dikin ku dev ji van plan û hesabên gemarî berdin ku li ser xwîn û jiyana Kurdan ev plan û hesab danîne.''

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bi berdewamî bal kişande ser pozîsyona navnetewî ya pergala tecrîdê ya Imraliyê û got, ''Pergala tecrîdê ya Imraliyê ji hêla DYE û Ewropayê ve hatiye danîn. Di serî de DYE, Ingilistan û Ewropa ji her rûdana Imraliyê berpirs in. CPT berpirs e. Ji tendiristî û ewlehiya Rêber Apo berpirsyariya van hêzan mezin e. Yê ku Rêbertiya me bi komploya herî xirab a dîrokî teslîmî Tirkiyê kirî DYE ye. Kurd ti caran wê vê ji bîr nekin. DYE ji her rewşa Rebertiya me bi qasî dewleta Tirk berpirs e. Pergala tecrîdê ku ketiye sala 23'yan bi pejirandina van hêzan e. Desthilata faşîst a AKP jî pergala tecrîdê ya ku van hêzan daniye weke amûreke polîtîk û şantajê bi kar tîne. Heke DYE û Ewropay naxwazin bibin hevkariya sûc a dewleta Tirk divê careke dî li nêzîkatiya xwe ya li Rêber Apo bifikirin. Bi ser de, ji bo ku xwe bi Kurdan bidin efûkirin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê guh bidin tekoşîna gelê Kurd û ya hêzên demokratîk a cîhanê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.''

Hozat têkilî di navbeyna polîtîkaya tecrîdê û faşîzma li Tirkiyê danî û got, ''Pergala tecrîdê parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye. Ji ber ku polîtîkayên qirkirinê didomin tecîd heye, ji bo ku tecrîd heye polîtîkayên qirkirinê didomin. Polîtîkayên qirkirinê û pergala tecrîdê weke neynûk û goş bi hev ve ne. Dema ku ev polîtîka têne ser hev ev dibe faşîzma li ser civaka Tirkiyê. Nav û rûyê dî yê tecrîdê ye, faşîzm.''

Hozat bi berdewamî bal kişande çalakî û kampanaya bi asta cîhanî ya ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Li hemû cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hene. Divê ev çalakî bêhtir werin rengînkirin, geşkirin û domandin. Em vê xwedîderketina bi asta cîhanî bi teqezî divê em biqulibînin ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Dema wê hatiye ku ji hêla fizîkî ve Rêber Apo were azadkirin.''

Hozat li ser 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ''Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd, jinan, azadiya gelan e. Em nikarin Rêber Apo weke şexsekî bibînin. Rêber Apo nasnameyeke civakî ye. Pêvgihîna vîna azad a gelan û jinan, nasnameya kolektîf e. Rêberê gelan e ku bûye xwedî nasnameyeke navnetewî. Hemû tecrûbeya dîroka mirovahiyê bi xwe re kiriye sentez, her wiha zanayekî mezin. Hem ramanger e, hem rêxistinkar, hem jî mirovê çalakiyê ye. Yek ji wan mînakên rêbertî û mirovê kêmpeyda ye ku utopyaya azadiyê diqulîbîne ser  ramana berbiçav, ramanê rêxistinî dike, rêxistiniyê dike pergal, çalakî.

Bersiva herî watedar ku gelê me bide vê rojê ew e ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bike û bi teqzî bi ser bikeve. Di qonaxa berdest de daxwaza rakirina tecrîdê têrê nake, ev zelal bûye; tecrîd bi maneya rastî encex bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikare bidawî bibe.''

Li ser Newroza îsal jî Hozat got, ''Newroza îsal bûye îfadeya berxwedana Garê ya li nav civakê. Newrozeke ji ser ta pê li dijî faşîzm û dagirkeriyê bûye Newroza berxwedanê. Newrozeke wiha bû ji serî heta dawî bi peyamên siyasî tije bû. Bi yek gotinê Newrozeke bêhempa bû. Mizginiya serkeftiyê ya pêngava ''Dema azadiyê ye'' da. Di vê Newrozê de, dost dijmin her kesî dît ku pêngava dema azadiyê ye, wê helwesta gelê me yê birûmet a têkoşer, berxwedanê bi teqezî bi ser bikeve.''

Hozat wiha domand: ''Berxwedana Garê morelekî mezin daye gelê me. Di Newrozê de qêrîna azadî û berxwedana bi milyonan morelekî zêde daye gerîla. Di vê Newrozê de bi rengekî bêhempa dîsa hatiye nîşandan ku gerîla û gel heqîqeteke wiha ne ku ji hev têr dibin, mezin dibin û ji hev qut nabin.  Gerîla ji gel, gel ji gerîla hêz standiye. Heta ku gerîla li ber xwe bide ev gel, heta ku gel li ber xwe bide gerîla têk naçe.''

Hozat her wiha got, ''Di pêvajoyeke wiha de ku êrîşên li ser HDP'ê zêde bûne, doza girtinê hatiye vekirin bersiva van êrîşan di Newrozê de hatiye dayin. Bi rengekî xurt xwedî li siyaseta demokratîk, li vîna xwe ya siyasî derketiye. Li dijî faşîzmê peyama berxwedanê daye.''

Têkilî serkeftina Garê, Hozat got, ''Berxwedana Garê hemû maskeyên mayî yên deshilata faşîst ji ser rûyê wan xistiye. Navendên şerê taybet-psîkolojîk binav kiriye. Saziyên hişmendiya ku dewlet ava kirine bi hev ketin. Gotin, em ev in? Gotin, em di hunera kuştin-tinekirinê de nikarin bêkê bin. Haveynê pevketina partiyên dewletê ev e.  Hilweşîna dewleta Tirk a faşîst nexwestin ku bibînin. Ka Soylu digot, me qedandiye, ev ji kû derket, ev şaşbûn qulibî ser teqîna hêrsê. Bi rastî jî wezîrê şerê taybet bi salan e digot wan PKK qedandiye, nemaye, wek ku hin kesan ji vê bawer kiriye ku Garê hêviyên wan şikandine. Bi dewleta faşîst re qelşeke mezin çêkir. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hejiand. Serfiraziya Garê hilweşîna polîtîkayên şer a van şeş salên dawî yên desthilata faşîst a AKP-MHP ye. Bizmarek e ku li tabûta desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hatiye xistin. Êdî ne sermiyan û ne jî hêza vê desthilata faşîst nemaye ku encamên serfiraziya Garê berevajî bikin. Serfiraziya Garê tirsa têkçûnê ya dîktatorê faşîst Erdogan kiriye halekî kronîk.

Têkilî êrîşên li ser HDP'ê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got ji bo ku faşîzm bi ser bikeve divê polîtîkaya qirkirina Kurdan temam bikin, hemû navendên berxwedanê ya civakê tine bikin, diyar kir li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê heye, saziyên civaka sivîl ku Erdogan reht dikin dikin hedef û got, ''Êrîşê dibin ser damarê herî berxwedêr, tevgera jinê, diwazin çavtirsanî dikin. Dixwazin siyaseta demokratîk serkut bikin. Sedema êrîşên li ser HDP'ê ev e. HDP tekane hêza muxalefeta demokratîk a rastî ya Tirkiyê ye, belaya serê faşîzmê ye'' û domand, ''Sedema esasî ya êrîşên li ser HDP'ê bi hedefa 2023'an re têkilar e. Faşîzm HDP'ê li pêşiya van hedefên xwe weke asteng dibîne. Ji ber ku li Tirkiyê bi rastî tekane hêza ku têkoşîna demokrasiyê dide HDP ye. Heke astenga HDP'ê ji holê rakiin muxalefeta navpergalî bi edebiyata welat, milet, sakarya wê li ber xwe bike 'hazrolê' û bi hêsanî bêdeng bike.''
Hozat ji bo hilweşandina faşîzmê bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar û got, ''Ji bo ku ev faşîzma ku ketî pêvajoya hilweşandinê were bidawîkirin, xeta têkoşîna antîfaşîst pir girîng e. Li dijî faşîzmê avakirina têkoşîna hevpar, veguhazstina wê ya li kuçe, meydanan wê dawiya faşîzmê bîne.''

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî peymana 9'ê Cotmehê ya li dijî Şengalê jî got, ''Li ser Êzîdiyan konsepta qirkirinê heye. Peymana 9'ê Cotmehê tê vê maneyê. DYE kir ku ev peyman pêk were. Ev ne tenê peymana Bexda-Hewlêrê ye. Peymana DYE, Tirkiye, Bexda û Hewlêrê ye. Tê gotin Fransa jî destekê dide vê. Bi van gavan dixwazin tişta ku DAÎŞ'ê nekirî pêk bînin bi ser bixin. Ev komployeke li dijî Iraqê ye jî. Dixwazin Iraqê bi Êzîdiyan re bidin şerkirin. Êzîdî hay ji vê komployê hene û ji ber vê ye ev bi mehan e li ber xwe didin.
Hozat bi domdarî bal kişande ser helwesta Iraqê, diyar kir Iraq bi hinceta êrîşkariya Tirk nikare daxwaza mafdar û rewa a gelê Êzîdî serkut bike, ferzkirinên PDK'ê nikarin werin qebûlkirin, ji ber vê Êzîdî, Kurd û ûcdana mirovahiyê vê helwesta neçê ya Iraqê nikare qebûl bike
Hozat herî dawî wiha got: ''Rêveberiya Iraqê bi polîtîkayên xwe yên berdest ji bilî berxwedanê ti rêyeke dî ji Êzîdiyan re vekirî nahêle. Heke ji berxwedanê pê ve rê vekirî nebin helbet Êzîdî wê li ber xwe bidin. Ragihandin ku wê li ber xwe bidin. Bêguman helwesta rast ew e ku Iraq xwerêveberiyê nas bike, bêyî ku ziyanê bide dostaniya Êzîdiyan bi hev re bijîn. Ev ê Iraqê xurt bike. Xwerêveberiya Şengalê wê demokrasiya Iraqê xurt bike. Wê li hemû Iraqê qedr û qîmetê Iraqê zêde bike.''