Hêza Azadiya Jinê: Em ê Qesrên wan bi ser serê wan de hilweşînin!
Hêza Azadiya Jinê diyar kir AKP’ê kevneşopiyeke tecawizkar afirandiye û got, ‘’Her jin divê amûrên ku bikaribe pê xwe biparêze bi xwe re bigerîne.’’
Hêza Azadiya Jinê diyar kir AKP’ê kevneşopiyeke tecawizkar afirandiye û got, ‘’Her jin divê amûrên ku bikaribe pê xwe biparêze bi xwe re bigerîne.’’
Hêza Azadiya Jinê têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên bi dijminahiya jinê daxuyaniyeke nivîskî da.
‘’AKP tecawizkar e! Li girtîgehan ê ku tecawizî zarokan dike qerdiyanê AKP’ê ne. Li nav AKP’ê tecawiz kevneşopiyek e. Her saziya vê xwedî vê potansiyalê ye.’’ Bi berdewamî wiha hate gotin, ‘’Li dibistanan ew ên simbêltûj ku tecawizî xwendekaran dikin, bi qasî ku ji OHAL’ê sûd wernegirin AKP’yî ne. Dibistana AKP’ê harem, perwerdehiya wê tecawiz e. Mamosteyên AKP’ê li zanîngehan dersa tecawizê didin. Li kuçeyên vî welatî bi hezaran DAIŞ’î yên dijminê jinan, tecawizker hene. Kesê ku dixwaze hişmendiya azadiyê ya AKP’ê fêhm bike bil ali DAIŞ’ê binere. Hiqûqa DAIŞ’ê hiqûqa ne fermî ya AKP’ê ye. Li welatên di serdestiya faşîzma AKP-DAIŞ’ê de ewlekariya jin û azadiyê ya ti jinê nîn e. Ev kujerên jinan, tacîzkar û tecawizkar wêrekiya xwe ji destilatdarbûna faşîzmê distînin.’’
‘EM Ê DAWIYA DUNDEYÊ WAN Ê BI NAV Û DENG BÎNIN’
Hêza Azadiya Jinê bi berdewamî got, ‘’Ji bo desthilatdariya faşîst a AKP’ê jina herî qenc ew e ku dundeyê faşîst domdar bike. Faşîzma AKP-DAIŞ’ê ji bo jinê biçewisîne civakê tune dike. Banga rajêrbûnê ya li jinan, gefa tecawiz û komkujiyê ye. Her jina ku dixwaze bijî wê neçar dihêlin ku radestî desthilatdariya faşîst bibe. Li dijî ciwan,karker, muxalîf, Elewî û jinên Kurd faşîst AKP’ê, DAIŞ’ê şer ragihandiye. Jin wê dawiyê li dundeyê wan ê bi nav û deng bîne (…) Hêza Azadiya Jinê wê hesabê pehîn, tecawiz, komkujiyan yek bi yek bipirse û em ê qesrên wan bi ser wan de bînin xwarê!’’