BI DÎMEN

Gerîlayên jin ji mewziyên xwe bang kirin

Zagros, ku cografyaya çanda kevnar a xwendavendiyê ye, bi dehan sal in gerîlayan di hembêza xwe de vedihewîne. Li vê cografyayê ku şûnwarê gerîlayên jin e, mewziyên resen hatine avakrin ku jê re 'mewziyên tolhildanê' tê gotin.

Li Eyaleta Avaşînê ku şer lê giran e gerîlayên YJA Starê bi mewziyên resen li dijî êrîşên radiwestin. Ji fermandara Herêma Resen Diyana Amanos got, "Mewziyên me yên resen ew mewzî ne ku em hewl didin bi wan deynê xwe bidin rêbertiya xwe."

Di nav çarçoweya projeya artêşa Tirk de ku jê re "Şerê Sînor" dibêjin, her roj ji bejahiyê û hewayê ve qadên gerîla têne bombekirin. Li dijî vê, hêzên gerîla yên ku bi vîneke qeyîm çalakiyên bersivdanê didin, derbên giran li artêşa Tirk dixin. Yek ji herêma ku gerîlayên HPG’ê û YJA Starê lê bi cih bûne Eyaleta Avaşînê ye, li ser sînorê Geverê yê Colemergê. Li vir 'mewziyên resen' ên gerîlayên jin ên YJA Starê hene. Gerîlayên Jin van mewziyan wiha pênase dikin: "Mewziyên me yên resen ew cih in ku li dijî êrîşên bi ser Rêbertiya me û Jinên Kurd de em deynê xwe lê didin."

MEWZIYÊN RESEN

Fermandara Herêma Ş. Rûken a li Eyaleta Avaşînê Diyana Amanos sedema wê dibêje bê ka çima wan pêdivî bi pêkhateyek wiha dîtine û wiha bi nav de diçe: "Di gerîlabûn û artêşbûnê de jinên Kurd xwedî dîrokeke qewîm in. Niha jî em berhemên ceribandinên xwe yên bi salan ên leşkerî dibînin. Mewziyên resen jî behemên vê ne. Em dizanin ku niha em di pêvajoyeke wiha de ne ku hem bi ser Rêbertiya me de, hem bi ser jinên Kurd û gelê Kurd êrîşên giran hene. Li dijî van hemû êrîşan em gerîlayên jin jî û gerîlayên HPG’ê bi çalakiyên ku em dikin em dixwazin bibin bersiv. Li herêma Ş. Rûken ku niha hûn lê ne mewziyên me yên resen hene. Sedema ku me hewcebûn bi vê dîtî jî ew ku em tola Ekîn Van hilînin. Ewlekariya vê qadê û çalakiyên li vir ên gerîlayên YJA Starê ne."

EM DEYDARÊ RÊBERTÎ NE

Amanos diyar kir, li qada ku êrîşên giran li ser hene mewziyên resen xwedî wateyeke girîng e û wiha berdewam kir; "Em weke gerîlayên YJA Starê ji cihê ku em hatinê em deyndarê Rêbertî ne. Ê ku em anîn vê roja niha Rêbertî ye. Herî em em jin deyndarê Rêbertî ne. Mewziyên resen jî ew cih in ku em ê deynê xwe li wir bidin. Şehîd Rûken, şehîd Amara, şehîd Axîn ku li vê qadê bi qehremanî şer kirin û radest nebûyîn nirxên me yên herî giranbiha ne. Wan jî di vê rêçê de şer kirin û şehîd bûn" û got ew ê heta dawiyê vê xakê biparêzin.

Amanos xwest ku di serî de jinên Kurd hemû jin tevlî nav berxwedanê bibin û ji bo tecrîda li ser Ocalan bişikînin kedê bidin.

HER MEWZIYA RESEN MEWZIYA TOLHILDANÊ YE

Girê Ş. Serdar ku girêdayî herêma Ş. Rûken e, ew gir e ku ji wir ewlehiya qadê tê standin. Li vir yek ji gerîlaya jin ku di mewziya çeka B6’ê de 24 saetan nobedê digire, Zeynep Ezdîn diyar dike mewzîbûna di mewziyên resen de cihê kêfxweşiyê ye û got, "Sedema ku niha di nav refê gerîla de me ew bû ku ez di mewziyên resen de cih bigirim. Ji ber ku  hêza ku pergalê di jinê de şikandî min li vir dîsa bi dest xist. Vîna jinê ya ku pergalê şikandî li vir  dîsa vedijînim. Ev der mewziya B6 e. Piştî ku demekê li ser çeka B6 min perwerde dît peywira min ev der derket. Li vir em hem de pozîsyona parastinê û hem jî di ya êrîşê de ne."

Gerîla Êzdîn diyar ki li Zagrosan ku şer lê giran e, di eniyên pêş de, cih girtina di mewziyên resen de wateyên nû li şer bar dike û wiha dibêje: "Kitekitî, fikirîna bi hûrbûnî, bihistyariya qeyîm kur esenî jinê ne, di van mewziyan de têne çespandin. Di van mewziyan de, weke fedaîyê Rêber Apo ji bo tecrîda li ser Rêbertî were şikandin heta dawiyê ez ê derbên giran li wan bixim. Dijmin di operasyona Zapê de ji qorîciyan re gotine, hevrê Çîçek, 'pir zor li wan kiriye'. Em jî weke peyrevê şehîd Çîçek dev ji zorlêkirina wan berdin, heta ku em dawiyê li wan bînin em ê li ber xwe bidin. Em ê mewziyên tolhildanê asêtir bikin."

GAVEKE BER BI ÇANDA XWEDAVENDIYÊ VE

Têkoşîn Karker, gerîlaya YJA Starê ku ev salek e li girê Ş.Rûken e û tevlî gelek çalakiyan bûye û her wiha şervaneke mewziyên resen e wiha dibêje, "Ev herêm di nav eyaletê de ya herî resen e."  Karker dibêje li Zagrosan ku şopa çanda xwedavendiyê lê heye, ew jî bi keda xwe hewl didin jiyan û berxwedaneke hevtayê vê bafirînin.

Karker wiha domand: "Li vir bi keda ku em didin em dixwazin vê çandê dîsa bidin jiyîn. Eger keda ku em didin dikeve bin xizmeta gel wê demê ev gavek e ber bi çanda xwedavendiyê ve. Armanca me rizgarkirina gelê me ye. Her kes li gor hêza xwe divê bikeve pêvajoya şoreşê. Li kû dibin bila bibin jin divê tevlî berxwedanê bibin û her mal bibe mewziyeke resen."

...