Festîvala Jinan a Rojbîn li Parîsê pêk tê

Li paytexta Fransa Parîsê wê îro Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) pêk were.

Festîval wê li Parc Interdepartmental Sports Paris Val de Marne ya li Creteil Pompadourê pêk were.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) festîvalê pêk tîne û dirûşma wê ya îsal jî bi vî rengî ye; Berxwedana Jinê rê li ber azadiyê vedike. Gelek rêxistinên jinan û femînîst ên Fransayê jî mohra xwe danîn binê bangawaziyê û tevlî karên amadekariyê bûn.

Aktîvîsta TJK-F'ê Dîlan Amed li qada festîvalê ji ANF'ê re axivî û got, "Amadekariyên Festîvala Rojbîn demeke dirêj bû dihate kirin. Îro me amadekarî bi dawî kir. Em bang li gelê Kurd ên li Fransayê dikin ku tevlî festîvalê bibe. Em bi berxwedana Zîlan û Semayan gihîştin vê astê. Em bang li jinên xwe dikin ku li dora vê berxwedanê li hev kom bibin û tevlî festîvalê bibin."

Ji Berdevkên Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) Sevgî Yavaş jî bang li jinên Kurd kir ku tevlî festîvalê bibin.

Festîval wê îro saet 12'an dest pê bike û Pinar Aydinlar, Denîz Deman, Meral Alkan, Xecê Yaşar, Rûken Newa û Dîlana Rojarya derkevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî parkeke lîstinê hate amadekirin.