Endamên TJK-E dora çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê girtin

Greva birçîbûnê ya ku li Strasboûrgê bi daxwaza hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û statûya Şengalê di qada navneteweyî de bê naskirin tê lidarxistin, îro endamên TJK-E’yê dewir girtin.

Endama TJK-E’yê Axîn Gulo daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: “Heta ku em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin, jiyîn ji bo me heram e.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger û bi demkî tê dewir girtin a ku li bajarê Strasboûrg a Fransayê ku bi daxwaza hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Şengalê di qada navneteweyî de bê naskirin, di roja xwe ya 15. de dewam dike.

Di beşa dorveger a çalakiya greva birçîbûnê de îro endamên Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) çalakî dewir girtin. Endamên TJK-E’yê yên ku diyar kirin wê 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê dewam bikin, daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de, li ser navê TJK-E’yê Axîn Gulo axivî. Axîn Gulo diyar kir ku heta ku ji Ocalan agahî bigirin wê çalakiya xwe dewam bikin û divê her jin xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derbikeve.

Axîn Gulo wiha nirxandin kir: "Em wek TJK-E li ser bingeha xwedîderketina Rêberê xwe û şermezarkirina hikûmeta AKP´ê û Erdogan, îro em di çalakiyê de ne. Her wiha, ev demekî pir dirêje ku ti agahî ji Rêberê agahî nayê girtin. Ji ber vê sedemê erka me ya sereke ye ku li dora Rêberê xwe bibin xelekeke ji agir, heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigrin. Çalakiya me wê 7 rojan dewam bike; ev 2 roj in li bakurê Kurdistanê (Amed) ji aliyê siyasetvanê Kurd çalakiya birçîbûnê bê navber û bêdorveger dest pê kiriye. Ev ji bo me wetadar e, divê li her çar aliyên Kurdistanê li vê çalakiyê xwedî were derketin.”

Gulo wiha anî ziman: “Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin, jiyîn ji bo me heram e.” Golo wiha bang li jinan kir: “Em bang dikin ku her jineke Kurd îro li ser lingan be û xwedi li çalakiya li Strasbourgê derkeve. Em îro ji Rojava ji Bakurê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî vê çalakiyê bûne.”

Daxuyaniya çapmeniyê bi dirûşmên mîna: “Biji Serok Apo”, “Biji berxwedana Şengalê”, “Biji Rêberê gelê Kurd Ocalan” ve “ Jin Jiyan Azadi” bi dawî bû.

 

...