Em dev ji vê dozê bernadin

Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan weke her Çarşemê îro jî, ji bo berpirsên qetlîama yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Şaylemez çalaiya edaletê li dar xistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, vê hefteyê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Kurdistan û doxtên wan di çalakiyê de bûn.

Kurdistanî û nûnerênSKB’ê di saet 14:00’an de ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kom bûn heta pêşiya avahiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê meşek li dar xistin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” hatin qîrikirin.

Li pêşiya avahiya Buroyê ji bo hemû şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Di axaftinê li vir hatin kirin bang li Hikûmeta Fransayê hate kirin ku bi lezgîn qetlîamê rûnî bikin. hate diyarkirin ku heta ku qetlîam ronî nebe wê dev ji vê dozê bernedin, hate nîşandan ku demekî pir kêm maya ku pêvajoya dadgehê destpê bike û banga beşdariya hê xurtir li çalakiya hefteya bê li dar xistin kir.

...