'Eger tiştek bi keça min bê, berpirsyar Wezîrê Edaletê û AKP ye'

Li girtîgeha Sîlîvriyê, îşkenceyeke giran li girtiya siyasî ya nexweş Aysû Baykal hat kirin. Dayika Baykal got, eger tiştek bi keça wê were, berpirsyar Wezîrê Edaletê û hikûmeta AKP'ê ye.

Li girtîgeha bi hejmara 9. a Sîlîvriyê, ku tê îdîakirin îşkence lê nîne, derket holê îşkenceyeke giran li girtiya siyasî Aysû Baykan a tenê gurçikeke wê heye, hatiye kirin. Dayika Baykal Şadiye Baykal ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji ber pihînên li rûv û pişta wê hatine xistin, ev du roj in xwîn ji ber keça wê diçe. Baykal da xuyakirin, ku keça wê bi gurçikekê ji dayik bû, ji ber nexweşiya pê ket ew gurçika xwe jî winda kir û wê gurçika xwe daye keça xwe. Baykal got, "Eger tiştek bi keça min bê, berpirsyar Wezîrê Edaletê û hikûmeta AKP'ê ne, ku dibêjin îşkence nîne."

EV DU ROJ IN XWÎN JI BER DIÇE!

Li girtîgehên Tirkiyeyê, her roj bûyereke nû ya îşkenceyê tê bihîstin. Li girtîgeha hejmara 9. a Sîlîvriyê, ku bi îşkenceyên giran ên li girtiyên jin tên kirin her di rojevê de ye, gardiyanan vê carê li girtiya siyasî Aysû Baykal a gurçikeke wê ya bi tenê heye, xistin. Baykal bi rêya telefonê ragihand, ku li girtîgehê îşkence tê kirin. Derket holê, gardiyanên mêr bi rengekî dijwar li Baykal xistine. Piştî vê îşkenceyê xwîn ji ber Baykal diçe. Dayik Şadiye Baykal got, ew nikare ti agahiyê ji keça xwe bigire, lewma gelekî bi fikar e.

GIRTÎGEHÊ ÎŞKENCE PARAST: HEQ KIRIYE, LEWMA ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN

Şadiye Baykal herî dawî 14'ê Cotmehê roja Înê bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî û got, "Aysû ji min re got, 'dayikê li hundir rewş gelekî nebaş e, îşkence tê kirin. Bi vê zanibin'. Piştî vê gotinê, yekser telefon qut bû." Baykal anî ziman, ku heman rojê gardiyanên mêr bi rengekî dijwar li keça wê dane û ji ber pihînên li rûv û pişta wê hatine xistin, xwîn ji ber keça wê çûye, lewma rakirine nexwweşxaneyê. Dayik Baykal ragihand, tevî ku doktoran gotine, 'Em nikarin li vir tiştekî bikin, bibin cem doktorê pisporê jinan' lê keça wê nebirine doktor û xistine hucreyê. Baykal diyar kir, wê gelek caran li girtîgehê geriya ye, lê ti agahî negirtiye. Baykal got, "Herî dawî duh ez li girtîgehê geriyam. Min ji wan re got, li keça min xistine. Bêyî ku li ber xwe bikevin rabûn ji min re gotin, 'heq kiriye, ku lê dane'."

Baykal anî ziman, keça wê ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê hevalê xwe bûye hatiye girtin û got, "Ev çi edalet e ku mirov ji ber tevlî merasîma cenaze bibe, tên girtin." Dayika dilşewat da xuyakirin, ku keça wê hewl dide bi gurçikekê jiyana xwe bidomîne û got, "Aysû bi gurçikekê ji dayik bû. Ji ber nexweşiyê ew gurçik jî jê hat girtin û min gurçika xwe da wê. Niha jî hewl didin bi îşkenceyê vê gurçikê ji holê rakin. Ez gelekî bi tirs û fikar im." Baykal diyar kir, ew dixwaze agahiyê li ser rewşa keça xwe bigire û got, "Eger tiştek bi keça min were, berpirsyar wê Wezareta Edaletê û hikûmeta AKP'ê bin, ku dibêjin li girtîgehan îşkence nîne."

...