Di roja pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jinek hate qetilkirin

Di roja pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jinek hate qetilkirin

Jina bi navê Gulcan Çelen li ber çavên zarokên wê ji aliyê hevjînê xwe M. Ç yê 38 salî ve li navçeya Tûrgûtlû bi kêrê hate kuştin.

Li navçeya Tûrgûtlû ya girêdayî Manîsayê dema ku hevjînê Gulcan Çelen M. Ç bavê sê zarokan yê li Kutahyayê di komira maden de kar dikir, danê êvarê li derdora demjimêr 6’an de hat mala xwe. Hate îdîakirin ku pirsgirêkên M. Ç yên psîkolojîk hene, dema ku hevjîna wê bi telefonê axivî û ket krîza hesûdiyê li ber çavê zarokên xwe li hevjîna xwe da. Gulcan ji ber lêdana hevjînê xwe revî kolanê.

XWE JI MIRINÊ RIZGAR NEKIR

Gulcana ji ber hevjînê xwe rejiya kolanê, hevjînê wê bi kêrê ket  pey û li ber çavê zarokên xwe hevjîna xwe da ber kêran. Jina ku di nav xwînê de winda bû, piştî agahîdan polîs û yekîneyên tenduristiyê, li rexmî mudaxeleyê jî nekarîn Gulcanê rizgar bikin. Polîsan li cihê bûyerê hevjînê wê M. Ç binçavkir.