Demîrel: Em ê neçin dadgehê; rojeva me ya tekane Ocalan e
Serokwekîla Koma HDP’ê Demîrel li hember biryara dadgehê ya ‘bi darê zorê bînin’ nerazîbûn nîşan da û got; “Em ê neçin dadgehan û darazên van dadgehan jî bê hikum dihesibînin.”
Serokwekîla Koma HDP’ê Demîrel li hember biryara dadgehê ya ‘bi darê zorê bînin’ nerazîbûn nîşan da û got; “Em ê neçin dadgehan û darazên van dadgehan jî bê hikum dihesibînin.”
Demîrel diyar kir ku rojeva wan tecrîda li ser Ocalan e.
Der barê Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, wekîlên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Besîme Konca, Selma Irmak, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim ên ku ji Doza Mezin a KCK’ê dihat darizandin û piştre dosyayên wan hatin cudakirin, biryar hat dayîn ku ‘bi darê zorê bînin’.
Demîrel bertekên xwe nîşanî biryarê da, diyar kir ku îdîanameyên sala 2009’an bi temamî ji hêla polîsan hatine amadekirin, tevahî polîs û dadgerên wê demê jî di çarçoveya ‘Operasyonên FETO’ de hatine girtin. Demîrel wiha axivî; “Pêwîst e Doza Mezin a KCK’ê demildest bê betalkirin û hevalên me yên girtî jî derhal bên tehliyekirin.”
‘BÊ HIKUM DIHESIBÎNIN!’
Demîrel got, “Biryara bi darê zorê birin, biryareke siyasî ye” û destnîşan kir ku wê neçin îfadeyê, eger bi zorê wan bibin jî wê li gor îdîanameyan îfadeyê nedin, wê parastinek siyasî bikin. Demîrel wiha dirêjî da axaftina xwe; “Em ê neçin dadgehê û darazên van dadgehan jî bê hikum dihesibînin.”
‘DAXWAZA ME YA TEKANE RAKIRINA TECRÎDÊ YE’
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel got piştî greva birçîbûnê biryarek wisa bi mane ye û wiha dom kir:
“Niha ji bo tiştê girîng, pirsgirêka tenduristî û ewlehiyê ya Birêz Ocalan e. Dewlet destûrê nade ku parêzer û malbatê bibîne, lewre jî sepanînek derhiqûqî xistiye meriyetê. Ev tevahî biryara desthilatdariya siyasî ye û em van biryaran nas nakin. Tekane daxwaza me demildest rakirina tecrîdê ye, pêkanîna hevdîtinan e û bê ka êvara darbeyê li Îmraliyê çi qewimî, em dixwazin vê agahiyê yekser bigirin û bi civakê re parve bikin.”