Dayîkên Aştiyê piştgirî dan televîzyonên ku hatin girtin
Dayîkên Aşityê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Qesra Dolmabahçeyê ya ji bo Ocalan azadî û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê li dar dixin dewam dikin.
Dayîkên Aşityê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Qesra Dolmabahçeyê ya ji bo Ocalan azadî û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê li dar dixin dewam dikin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê cara 49'emîn li ber Qesra Dolmabapçeyê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Wê dayikan rê nedin şer" vekirin dowîzên "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hat xirakirin ji nû vê bê avakirin" "Jin şer naxwazin" hilgirtin.
Welatiyan jî piştgirî dan çalakiya dayikan.
'NIKARÎ RASTIYAN JI KURD Û ELEWIYAN VEŞERÎ'
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Erbek di çalakiyê de axivî û li hemberî girtina radyo û televîzyonên muxalîf nerazîbûn nîşan da got ku rastî wê ti caran neyên tarîkirin. Erbek wiha got: "Tayyîp Erdogan ê ku radyo û televîzyonan digirî tu nikarî guh, çav û devên me bigirî. Ji ber ku em şehidê şer in, tu dikarî rastiyan ji kesên din veşêrî lê ji kurd û elewiyan nikarî veşêrî. Em bi salan e dizanin ku çi dikişînin lê ligel vê yekê li vir heta ku şer bi dawî bibe em ê bên cem hev."
Mîrzali Yener ê ku piştgirî da çalakiya dayikan jî diyar kir ku ji ber ku hikûmeta AKP'ê bi riyên normal nikare îxtidara xwe bidom^ne muxalîfan bêdeng dike.
Sedef Adakapili jî got ku heke cihan ji jinan re bima şer dernediket, her tişt ji zilaman diqewime.
Piştî axaftinan 45 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat û dayik ji Qesra Dolmabahçeyê veqetiyan.