Civîna Stargehên Jinan dest pê kir
19'emîn Civîna Stargehên Jinan a ku îsal li Edeneyê tê lidarxistin dest pê kir.
19'emîn Civîna Stargehên Jinan a ku îsal li Edeneyê tê lidarxistin dest pê kir.
19'emîn Civîna Stargehên Jinan li Edeneyê bi malovaniya Komeleya Mala Parastinê û navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê ve li Şîrîn Park Otelê dest pê kir. Di axaftina destpêkê de hate xwestin ku li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna hevpar bê pêşxistin.
Seroka AKDAM'ê Parêzer Muhal Îkîkardeş diyar kir ku ji ber malovaniya vê civînê dikin ew gelek keyfxweş in û wiha got: "Me ji nûnerên herêmî re diyar kir ku pirsgirêka şîdeta li ser jinan wekî xebatên kanalîzasyon, asfalt, bazarên tax û parkan girîng e."
Îkîkardeş, bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên navendên jinan û saziyên civaka sivîl û got ku "zimanê piştevaniyê" ya tê xwestin di civînê de bihûnun. Îkîkardeş bi lêv kir ku ji ber bêdiyalogiyê li pirsgirêkên saziyên jinan ên şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin nikarîbûn bipirsin, ew li bendê ne ku bi civînê re diyalog û têkoşîna hevpar bêhtir pêş bikeve û bikeve pratîkê. Îkîkardeş bang kir ku li dijî tayînkirina qeyûman divê hemû kes bersiva hevpar bide, divê rizgariya bajarê ku tê xwestin bê fetisandin bê nîqaşkirin. Îkîkardeş wiha dewam kir: "Em ê di vê civînê de ji bo çareseriya pirsgirêkan nîqaşan bidin meşandin. Em ê li hemberî zimanê şer, li hemberî hemû astengiyên zîhniyeta baviksalariyê, aştî, hevgirtin, rêxistinbûyîn û têkoşînê ava bikin."
Piştî axaftina Îkîkardeşler civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Jin wê di 3 rojan de ku civîn wê bidome, li ser mijarên “Navenda Piştevaniyê/xebatên stargehê divê çawa bên kirin?” û têkiliya di navabera rêxistinên jinan û rêveberiyên herêmî de gotûbêj bikin.