HPG'ê gerîlayên li Bedlîsê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê ragihand ku hevrêyên wan Zinar û Nûda li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne û diyar kir ku wê ji bo bîranîna şehîdan têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li Bedlîsê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 2'ê Hezîranê li qada Şehîd Mizgîn a Bedlisê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimiye, di 3'ê Hezîranê de hêzên dagirker li qadê dest bi operasyona dagirkeriyê kirine û heta 7'ê Hezîranê dewam kiriye. Di şerê ji ber vê operasyonê de hevrêyên me Zinar û Nûda yên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Zinar Amanos
Nav paşnav: Lokman Erbek
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Saniye-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Bedlîs

Nasnav: Nûda Besta
Nav paşnav: Canan Tan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şerîfe-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Hezîrana 2020 / Bedlîs

Hevrêyên me Zinar û Nûda her yek ji wan li bajarekî cuda yê Bakurê Kurdistanê li nava malbatên welatparêz ji dayik bûn. Her du hevrêyên me ji zarokatiya xwe ve rûyê qirker mêtinger ê dewleta Tirk a faşîst nas kirin. Hevrêyên me Zinar û Nûda mîna her ciwanên Kurd heta dawiyê baweriya xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê me anî û gihîştin wê baweriyê ku ev têkoşîn tenê bi gerîlatiya li nava refên PKK'ê dibe û bi vî rengî tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn.

Her du hevrêyên me di salên herî giran ê şer de tevlî nava refên gerîla bûn, hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengê herî radîkal bi rêxistin kirin û zanîbûn ku her derba li dijmin bixin wê bibe kevirekî diyarker ê li ser rêya azadiyê ya azadiya Rêber Apo û welatê me Kurdistan. Hevrêyên me Zinar û Nûda bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bûn manîfestoya ciwanên Kurd a têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker. Hevrêyên me Zinar û Nûda jiyana xwe ya gerîlatiyê li ser bingeha bêhesab, paqij û kedê hûnandin, bûn ji mînakên herî bedew ên kevneşopiya milîtaniya fedayî ya Rêber Apo.

Hevrêyên me Zinar û Nûda bi van taybetmendiyên xwe yên Apoyî li qada Şehîd Mizgîn a herêma Garzanê di şer de dema ku hewl dan hevrêyên xwe yên birîndar ji qada şer derxînin şehîd bûn. Bi vî rengî bi jiyana xwe dilsoziya bi hevrêyên xwe re ispat kirin.

Hevrêyên me bi kesayetî daxwaza xwe ya têkoşînê mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hişt. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bi bilindkirina têkoşînê bersivê bidin bîranîna hevrêyên xwe."