Leşkerên Tirk êrîşî bibîranîna Fîdan Dogan kir

Leşkerên Tirk êrîşî bibîranîna Fîdan Dogan kir a ku li Parîsê hatibû qetilkirin.

Bi wesîleya bibîranîna siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, li ser gora Doganê bibîranîn hate lidarxistin û leşkerên Tirk êrîşî bibîranînê kirin. Parlementerên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Dîlek Ocalan, endam û rêveberên HDP û DBP’ê, endamên Dîwana Serokatiya KCD’ê xwestin li gundê Molebûtton ê bi ser Elbistana Gurgumê bibîranînê li dar bixînin.

Heyet di ketina navçeyê de ji aliyê polîsan hate astengkirin û piştre çûn gund. Heyet piştre li goristanê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin.

LEŞKERAN ÊRÎŞÎ KÊLIKÊ GORÊ KIR

Jin li ser gora Dogan hatin ba ev û qurnefîlên sor danîn ser goran. Leşkeran li vê derê êrîşî jinan kir û jin ji goristanê derxist. Pûşiya kesk û sor û zer a ku bi kêlika gora Doganê hatibû pêçandin ji aliyê leşkeran ve hate rakirin. Leşkeran qurnefîlên li ser gorê jî rakirin.