BI DÎMEN

Serhildêrekî nemir: Fîras

Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû. Dema li kolanên Kobanê mezin bû, şoreş û hêvî di çavên xwe de xemiland. Bi ser dorpêçkirina Kobanê ve çû. Piştre berê xwe da Minbicê û herî dawî jî nemiriye...

Hin nav di toza demê de winda dibin, hinek jî di dirêjahiya temenan de deng vedidin, mîna giriyê ku nayê jibîrkirin. Dem navê her kesî li ser keviran nanivîse. Lê belê gel kesên ku ji bo wan canê xwe didin dihewînin cihên herî xurt ên bîrdariyê. Bi bêdengî derdikevin, lê şopên ku dihêlin dibin deng, gotin û rê... Kobanê ne tenê bajarekî li ser sînor bû, wextekê weke rûmeta gelan dihat hesibandin. Erdê wê bi bombeyan, dîwarên wê bi sondê hatibû dorpêçkirin. Berxwedan di her kevirekî de veşartî bû, di her goşeyê de hêvî hebû. Di kolanên wê de ku bi xwîn û rondikên çavan hatine kolandin, serpêhatiyên jiyanî bûbû destan. Dilên ku di bin agirê dijmin de jî nedifiriyan, bajar bi hezkirinê hişyar dikirin; bû sembola aştî û berxwedanê. Li gundê Dadêlî yê li ser sînorê bajarekî bi vî rengî, tevî birayê xwe yê cêwî, di nava malbateke ji neh kesan de ji dayik bû. Bi hilgirtina bîhna axê, fişneya bayê û awazên têkoşîna azadiyê ya Kurd di guhên xwe de, di nava bêdengiya mazlumi de mezin bû.

AXA KU LÊ JI DAYIK BÛ DI BIN DORPÊÇÊ DE BÛ 

Sala 2014'an ji bo Kobanê bû destpêka rojên tarî. Êrîşên bêeman ên DAIŞ'ê, Rêber û cîhana malbata wî serûbin kir. Malbat ji bo zarokên xwe di bin siya gefan de biparêzin neçar man koçî bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bikin. Lê belê bahoza di dilê Rêber de dibariya kêm nebû. Bi her roja bihîst ku Kobanê di bin dorpêçê de ye re hêrs û hesta dilsoziyê ya di hundirê wî de mezin dibe, hîn bêhtir kûr bû. Sibehekê piştî ku xatir ji malbat û cîranên xwe xwest, biryar da sînor derbas bike û got, 'ez deyndarê dilsoziya bi vê xakê re me'. Ji nişka ve sînorên tarî derbas kir û vegeriya axa lê ji dayik bû, vegeriya dilê gelekî yê berxwedanê. Bi agirê azadiyê yê di çavên wî de û baweriyek ku nayê şikestin di dilê xwe de tevlî berxwedanê bû. " Navê xwe veguherand Fîras ", bi navê serhildanê tacîdar kir .

Hê di 17 saliya xwe da êşa mirovekî li ser zarokatiya xwe li xwe kiribû. Ne tenê çek, sembola rûmetê hembêz kir û rêya serhildanê hilbijart. Ji ber ku ew giyanekî ne tenê ji bo jiyanê hatibû terxankirin; Ji bo nirxên ku hêjayî mirinê ye, dilsoz bû. Ne tenê ji bo şer, ber bi siberojeke sondxwarî ve bi gavên biryardar meşiya... Li pişt her eniyê, li pişt her xendeka ne tenê şervanek bû, zarokekî gel bû ku bê teredût baweriya xwe li xwe dikir. Bîranîn zarokatiyê yên bi dengê çekan li kolanên Kobanê tevlîhev bûn, êdî bûbû dengvedana berxwedanê. Lê li vir ranewestiya.

BI SERKETINÊ NESEKINÎ, MARATONA AZADIYÊ DEWAM KIR

Dema ku dihat gotin Kobanê ket, lê piştre bi berxwedanê rabû ser xwe, serketineke serhişkî û baweriya yên mîna Fîras bû. Fîras bi vê serkeftinê ne razî bû. Agirê berxwedanê venemirîbû; eniyên nû û têkoşînên nû piştî Kobanê li benda wî bûn. Ber bi Bendava Tişrînê, piştre Minbicê ve bi rê ket... Bi her pêngavê re ji bo gelê xwe, axa xwe û şerefa xwe meşiya. Di her pêngavê de ji hevrêyên xwe yên ku li kêleka wî şer dikirin û cesaret dida gelê xwe hêvî dianî. 20'ê Hezîrana 2016'an... Dema ku hemleya rizgarkirina Minbicê dewam dikir, Fîras careke din li pêş bû. Wê rojê gule ne tenê li bedenê ketin, di heman demê de li kurê herî ronî yê neteweyekê xistin. Lê wê rojê fîras nedihat gotin ku 'miriye'. Di dilê gelê xwe de dest bi jiyanê kir, mîna deriyekî li azadiyê vekiriye. Minbic hat rizgarkirin; Fîras jî...

Mirinê nekarî wî bêdeng bike. Ji ber ku ne bi mirinê, bi jiyanê re li dîrokê hate nivîsandin. Îro navê wî ne li ser kevirekî gorekê, lê di her barîkatê de, di her laleyekê de, li ber çavên her zarokî deng vedide. Navê zarokekî derbas kiriye û bûye rûmet, dilsozî û serhildana bêdawî ya gel...

JI GOTINÊN DAYIKA XWE...

‘Kurdistan ji zarokên me şêrîntir e’ Ev gotin sond e, baweriyek e ku ji lêvên dayika şehîd Fîras Caziya Hiso, qêrîneke dayika ku çarenûsa gelekî girtiye ser milê xwe. Ew dayikeke berxwedanê ye ku kurekî leheng, şervanê azadiyê Fîras li dilê Rojava ji dayik bûye, lê serê xwe natewîne. 

Dayika wî qala kurê xwe dike, ku nikare wî di nava erd û ezmanan de bihewîne: "Rêber ne zarokekî ji rêzê bû yek ji zarokên şoreşê bû. Ji temenê biçûk ve xwedî hişmendiyeke ku êş û hesreta gelê xwe hîs dikir. Mala me bi salan e ji bo gerîlayên tevgera azadiyê cihê komkirinê ye. Rêber di temenekî pir ciwan de bû rêhevalekî hevalên xwe. Bi her hevalî re mezin û xurt bû. Dengên dengê çekan ne tirsê lê hêvî û biryardariya wî vedihewîne. Ew êdî ne zarok bû; leşkerekî ku ji bo pêşeroja gelê xwe têdikoşiya bû.

Çû bû li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê kar kiribû Piştre, çawa ku êrîşên DAİŞ'ê dest pê kirin, em jî çûn wê derê. Dema min bihîst dorpêçiya li Kobanê her diçe teng dibe, min sînoran derbas kir û got 'Deynê min ê dilsoziya bi vê xakê re heye' û çûm axa lê ji dayik bûme. Ji me re negotibû, lê belê weke dayikekê min nebûna wî hîs kir. Mîna her dayikê dilê min jî dihejiya, lê belê min jî rastiyeke din di dilê xwe de hildigirt. ‘Min ev yek ji aliyê dil ve nas kir. Rêça xwe ji xwe re bijart Ew êdî şervanekî şoreşger bû’

Kengî fersenda wî hebûya, li min digerîya û tiştên ku şahidîya wî kiribû ji min ra bigota. Piştî azadkirina Şêxlerê Jêr û Jor hat ser sînor, em jî çûn wî nas bikin. Me bi hesreta mezin hev hembêz kir. Dîsa jî têr nebû , piştre berê xwe da Tişrînê . ‘Weke dayikekê divê ez xaka xwe biparêzim. Min soz daye van xakan û ez ê li cem gotina xwe bisekinim’. Ew ber bi rê ve çû. Di serî de Tişrîn, piştre jî Minbicê. Bavê wî ji bo dîtina wî çû bû Minbicê. Dema vegerîya min hîs kir ku tiştek xelet e. Dilê min di nava aloziyê de bû. Piştre hîn bûm ku ew şehîd bûye û cenazeyê wî ber bi Kobanê ve tê anîn. Min ew li axa ku ji bo wî şer kir defin kir. Em îro dikarin bi saya lehengên mîna wî azad bijîn. Em ê her tim li ser şopa wan bin."

'BI SAYA WAN EM DIKARIN ÎRO BI RENGEKÎ AZAD BÊHNÊ VEDIN'

Bavê wî Omer Silêman jî dema ku zarokê xwe bi hesreteke mezin di salvegera şahadeta xwe de bi bîr tîne wiha diaxive:

'Fîras ne tenê navê zarokekî ye. Ew meşaleya azadiya Rojava ye, lehengê gel e, rûmeta neteweyekê ye. Rondikên dayika wî tijî hêvî ne û gotinên bavê wî bi biryardariyê dagirtî ne. Bi saya şehîdên xwe me nasnameyek bi dest xist. Em bi saya wan ziman, çand û namûsa xwe dijîn. Ji bo nifşên nû wê bibin pisûla. Ev çîroka bangekê ye, ne xatirxwestinek e. Bi hezaran ciwanên mîna Fîras li çiyayên Kurdistanê, li kolanên Kobanê, li nava refên azadiya Rojava sond xwarine û gotine 'Em ji bo vî gelî hene, ji bo vê xakê em canê xwe feda dikin'. Em bi rûmeteke mezin dibêjin , ‘Hevrê Fîras , rêya te rêya me ye !’