Besra Erol ku berdana wê careke din hate taloqkirin: Ne girtî me, lê dîlgirtî me!
Girtiya 67 salî ya nexweş Besra Erol ku cara duyemîn e berdana wê tê taqlokirin, got "Biryareke kêfî wergirtin. Ez li vir ne girtî me, dîlgirtî me."
Girtiya 67 salî ya nexweş Besra Erol ku cara duyemîn e berdana wê tê taqlokirin, got "Biryareke kêfî wergirtin. Ez li vir ne girtî me, dîlgirtî me."
Ji ber biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê bi dehan girtî nayên berdan. Girtiya bi nexweşiya giran Besra Erol a 67 salî yek ji wan e ku ji sala 2019'an û vir ve girtî ye. Besra Erol ku li girtîgehê 6 caran emeliyat bû û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk metirsî heye ku kor bibe, berdana wê cara duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Besra Erol ji girtîgehê peyamek şand û got, "Ez li vê derê girtî nînim, dîlgirtî me."
BERDANA WÊ CARA DUYEMÎN HATE TALOQKIRIN
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan; di navbera salên 2021, 20223'an de berdana 384 girtiyan ji aliyê vê desteyê ve hate astengkirin. Besra Erol ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz Erol ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li hewşa Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrîşa DAÎŞ'ê ya bombeyî de jiyana xwe ji dest da, bi îdîaya 'Endametiya rêxistinê' 30'ê Nîsana 2019'an hate girtin û di encama darizandinê de 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Berdana Besra Erol ku nexweşa giran e, meha Kanûnê ya par li pêşberî vê desteyê bi hinceta bersiva ku da pirsa 'Tu poşman e?' hate taloqkirin. Besra Erol diviyabû 9'ê Kanûnê bihata berdan, lê belê destpêkê berdana wê ji bo salekê hate taloqkirin. Piştî ku parêzeran îtiraz li biryarê kirin û li meclîsê bû rojev, ji bo 6 mehan hate daxistin.
Piştî ku 6 meh tijî bû, Besra Erol doh derxistin pêşberî desteya çavdêriyê, lê careke din heman pirs lê hate kirin. Li gorî agahiyan, bersivên wê yên li pirsan nehate nivîsandin û desteyê bi heman hincetê berdana wê ji bo 6 mehên din taloq kir. Hate ragihandin ku parêzer wê îtirazî biryarê bikin û Besra Erol 6'ê Çileya 2026'an careke din derkeve pêşberî desteyê.
'EZ GIRTÎ NÎNIM, LÊ DÎLGIRTÎ ME'
Girtiya nexweş Besra Erol ji girtîgehê nameyek şand, nerazîbûn nîşanî vê bêhiqûqiyê da û got, "Me meraq nekin, li ser lingê xwe bisekinin. Doh ez birin pêşberî desteyê, li desteyê weke cara derbasbûyî ji min re gotin, 'Tu çima ne poşman e, tu çima li koxûşa terorê dimîne, tu çima ji PKK'ê re nabêje teror?' Ti tiştên ku min got nenivîsandin. Li desteyê dozger hebû, her wiha gardiyan û hin kesên din hebûn. Piştî pirsan ji min re gotin, 'Derkeve derve'. Piştî rojekê nivîsek şandin û biryar ji min re ragihandin. Bê hincet, bi rengekî kêfî dirêj kirin. Ez ê di 6'ê Çileyê de careke din derkevin pêşberî desteyê. Bi rengekî kêfî nivîsandin û erê kirin."
Besra Erol got, "Vê yekê bidin parêzeran û wekîlan. Ez ê li vê derê îtirazî biryarê bikim. Diyar e heta ku cezayê min biqede wê min bernedin. Bila vê biryarê li meclîsê, li her derê bixwînin. Ez li vir girtî nînim, lê dîlgirtî me. Bila her kes bi vê zanibe. Min ji wan pirsî, 'Ji ber ku min cenazeyê kurê xwe parast, ez çima poşman bibim?' Hemû gotinên min têkildarî DAÎŞ'ê bûn. Vê biryarê teqez bikin rojev û li her derê belav bikin. Divê her kes vê kêfiyetê bibîne û hîn bibe."
'BILA DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÊ ANÎN'
Ximzên Besra Erol jî nerazîbûn nîşanî biryarê dan û ji bo edaletê bang kirin, her wiha xwestin ev bêhiqûqî tavilê bi adwî bibe.
Malbatê ji parêzeran û parêzvanên mafên mirovan xwestin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û got, "Cihê miroveke extiyar û nexweş girtîgeh nîne. Li gel ku ti sûcekî xwe nîne, timî tê cezakirin."