Bersûcê tecawiza komî ya li Hindistanê li hucreyê mirî hate dîtin
Bersûcê tecawiza komî ya li Hindistanê li hucreyê mirî hate dîtin
Bersûcê tecawiza komî ya li Hindistanê li hucreyê mirî hate dîtin
Yek ji bersûcê tecawiza komî ku Hindistan rakiribûn ser lingan li huncreyê mirî hate dîtin.
Polîs da diyarkirin ku, yek ji bersûcan Ram Singh li girtîgeha Tihar bi cilê xwe, xwe daliqandiye. Parêzerê bersûc Singh bûyer pişt rast kir.
Ram Singh yek ji 5 bersûcên girtî bû. Hemû bersûc sûcdariyan red dikin.
Di heman Kanûnê de êrîşa hovane ya li dijî jinek ciwan ya xwendekar li Hindistanê rê li ber bertekên tund vekiribû.
Kesekî din ku têkildarî bûyerê tê darezandin, ji ber temenê wî ji 18 saliyê biçûktire li dadgeha zarokan tê dadgeh kirin.
Berdevkê Girtîgeha Tihar Sunîl Gûpta da diyarkirin ku, têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin, dê otopsiyê îro li ser cesedê bersûc Singh bikin.
Parêzerê Singh, VK Anand tenê got di derbarê mirina muwekîlê wî de ew agahdar kirine, Vîvek Sharma ku parêzerê bersûcek dine da zanîn ku, ew ji bûyera întîhariyê bigûmanin. Sharma got, “Herî dawî min ew roja Înê li dadgehê dît. Keyfxweş diyar bû. Şevê xwarina xwe ya dawî xwariye. Çima xwe întîhar bike?”
Bersûcên ku ji ber sedema tecawiz, cinayet, revandin û windakirina delîlan bigiştî ji 13 sûcan tên darezandin, ger sûcdar bên dîtin dibe ku cezayê mirinê bidinê. Bersûcê din yê ji 18 saliyê biçûktir jî ger sûcdar bê dîtin herî zêde dê 3 salan neçarî cezayê tedawiyê bibîne.
Ram Singh ku hate aşkera kirin xwe întihar kiriye, di mînîbusa tecawiza komî têde çêbûyî ajovanê mînîbusê bû. Di îdîanameyê de tê gotin Singh dema ku jina ciwan li mînîbusê siwar kiriye 5 bersûcên din jî vexwendiye otobusê.