Bang hate kirin ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiya edaletê bibin

Di çalakiy edaletê ya ku her Çarşerm ji bo her 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin de, hate diyarkirin ku demekî pir kêm maye ji bo doz bê vekirin, bang hate kirin ku bi xurt beşdarî çalakiyan bibin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakî li pêşiya avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di daxuyaniya li vir hate kirin de hate diyarkirin ku divê dewleta Fransa destên tarî yên li pişt vê qetlîamê derxîne holê.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Parîsê Ozcan Bahşî axivî. Bahşî diyar kir ku ji bo destpêkirina doza her 3 jinên Kurd ên şoreşger demekî pir kêm maye,ji bo ev demê mayî banga beşdariya xurt li çalakiyan kir.

Di tevahiya çalakiyê de belavok hate belavkirin, dirûşmên mîna “Em hemû Sakîne, Fîdan, Leylan e” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.