BI DÎMEN

Ararat: Gurbetellî Ersoz ji bo têkoşîna azadiya jinê û jinên Kurd pêşeng e

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat got; “Hevala Zeynep, di berxwedana çapemeniya azad de, di sekna çapemeniya azad de ku li dijî faşîzmê têdikoşe, zindî ye, dijî.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat bi boneya salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz ku 8’ê Cotmeha 1997’an li Başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da ji ANF’ê re axivî.

Evîndar Ararat di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên çapemeniya azad û şehîdên meha Cotmehê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Endama Koordînasyona KJK’ê têkîldarî jiyana Gurbetellî Ersoz (Zeynep) diyar kir ku hem şehîdê tevgera jin e hem jî endama çapemeniya azad e û wiha dewam kir: “Şexsiyetek ku têkoşîna azadiya Kurd û jinên Kurd pêşengeke dîrokî ye. Hem rewşenbîr hem rojnameger hem pêşengeke têkoşîna azadiya jin hem berxwedêrek li dijî zilma dewleta Tirk e. Îdîaya azadiyê her tim di şexsiyet û praktîka xwe de mezin û dîrokî girtiye.”

Evîndar ragihand ku Gurbeteelî Ersoz têkoşîna xwe ya esas di çapemeniya azad de daye û bal kişand ser êrîş û zextên ku îro li ser çapemeniya Kurd û azad tê kirin û wiha pê de çû; “Dema heval Zeynep di çapemeniya azad de cih digirt wê demê jî êrîş li ser Ozgur Gundemê hebû. Çapemeniya azad bi navên cur bi cur wek mîrateyekê dewam kiriye. Di çapemeniya azad de bi taybet jinan rolên pêşeng lîstine, yek ji wan jî hevala Zeynep bû. Zextên li ser çapemeniya azad jî di rojevê de bûn. Hate girtin û wê demê jî berxwadaneke mezin li hember êşkenceyên dewleta Tirk da. Hem pêvajoya girtin, êşkenceyê de bi seknek xwe bawer ve ferzkirinên nêzîkatiyên baviksalarî  û şerê wê yê psîkolojîk û fîzîkî jî li berxwedana hevala Zeynep qulibî. Di kevneşopiya çapemeniya azad de kedek pir mezin da.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat ragihand ku piştî Ersoz ji zindana dewleta Tirk derketiye yekser berê xwe daye Sûriyeyê û got; “Çû sehaya Serokatî. Li gel Serokatî demek dirêj perwerde dît. Ew tecrubeyên çapemeniya azad, têkoşîna jinê û gelê Kurd bi Serokatî û hevalên akademiyê re parve kir. Wê demê min heval Zeynep nas kir.”

Ararat anî ziman ku piştî perwerdeya li Akademiya Şamê, Gurbetellî Ersoz berê xwe daye çiyayên azad û wiha dom kir; “Wê demê di asta fermandariyê de cih girt. Hem perwerdekirin, hem rêxistinkirin hem di rêxistinkirina artêşa jinê de cih girt.” Ararat bal kişand ku rastiya rewşenbîran ew e ku her tim elît disekinin, tenê fikir pêş dixinîn û ji civakê dûr disekinin û wiha axivî; “Lê sekna heval Zeynep ne wisa bû. Hem di çapemeniya azad de hem jî fermandariyê, ji karên herî biçûk heta asta herî bilind wezîfe girt. Ev jî îdîaya wê nîşan dida. Bi taybet êşên jinan, jina Kurd hîs dikir. Nakokiyên ku dijmin di nav jinan de diçand, êrîşên li dijî wê pêk dianî, girtin, binçavkirin, êşkence û nêzîkatiyên cur bi cur ên faşîzan ji hêla hevala Zeynep hem aliyê îdeolojîk, psîkolojîk, sosyolojîk de analîz dikir û bi hevalan re parve dikir, lê rêbazên çareseriyê digeriya.”

 Endama Koordînasyona KJK’ê Evîndar Ararat destnîşan kir ku di dîroka Tevgera Jin de Gurbetellî Ersoz tevî ku jiyana xwe ji dest daye jî rola pêşeng dilîze û got; “Cihê xwe diparêze, pêşengtiya xwe didomîne. Ji bo çapemeniya azad jî pêwîst e ev rola hevala Zeynep her tim zindî bê girtin. Ji ber ku niha jî li ser çapemeniya azad zextên rejîma faşîst a AKP-Erdogan hene. Ev kevneşopiya hevala Zeynep û hevalên şehîd ên çapemeniya azad dane avakirin mîrateyek pir dîrokî ye. Mînak bi dehan caran rojname, televîzyon hatine girtin, endamên çapemeniya azad hatine girtin, êşkencekirin. Şehîd bûne, di cinayetên kiryar nediyar de hatine înfazkirin. Lê ev çapemeniya azad her tim xwe li ser vî damarî li ser lingan digire, gel hişyar dike, bi rêxistin dike û perspektîfên têkoşînê her tim zindî dike. Di şexsê hevala Zeynep de damara berxwedana xeta azadiya jin de hatiye avakirin niha malê Tirkiye û cîhanê ye. Û li ser vê xeta berxwedanê ya bi şêwazê fermandarî û pêşengtiya heval Zeynep û hevalên din de niha têkoşîna azadiya jin li cîhanê berbelav bûye. Her ku diçe jî cihê xwe yê di dîrokê de berfirehtir dike.”

Ararat herî dawî diyar kir ku hem di aliyê çapemeniya azad de hem jî wek rewşenbirê pêşengê civakê kesekî bixwazibe pêşengtî bike dikare di şexsê Gurbetellî Ersoz de tarzê wê, rê û rêbazê wê, îdîaya wê ya azadiyê bizanibe û ji bo xwe esas werbigire û got; “Ev seknek dîrokî ye, sekneke ku berxwedana civakê dide avakirin, berxwedana jin e. Hevala Zeynep, di berxwedana çapemeniya azad de, di sekna çapemeniya azad de ku li dijî faşîzmê têkoşînê dide, zindî ye, dijî. Ruhê hevala Zeynep di çapemeniya azad de niha pêşengtiyê dike. Niha wek tevgera jin jî li her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê hevala Zeynep wek fermandarekê ji bo pêşengtiyê dike, zindî ye, dijî. Bi taybet ji bo jinên ciwan dixwazim bangawaziyê bikim. Divê keçên ciwan, jinên gelê Kurd û jinên ku jiyanek azad a li ser esasê fikrê jinê dixwazin pêwîst e xwedî li çapemeniya azad derkevin. Hêza berxwedanê xurt bikin û belav bikin. Hê radîkaltir bikin. Ji bo şopandina vê xetê, pêşdetir bibin jî keçên ciwan gerek hem beşdarî têkoşîna çapemeniya azad bibin û di heman demê de di nav gerîla de cihê xwe bigirin. Li dijî vê zilmê, faşîzmê pêwîst e keçên ciwan, jinên Kurd berê xwe bidin refên gerîla. Li ser esasê fermandariya hevala Zeynep, di nav gerîla de pêşengtiya vê têkoşînê bikin û vê bi ser bixin. Wê demê em dikarin bêjin ku em li ser şopa hevala Zeynep de dimeşin, berxwedanê dikin û bi ruhê fermandariya heval Zeynep de em têkoşîna xwe bi ser dixînin. Bi rawestandinê, li cihê xwe rûniştinê xwedîderketina şehîdan çênabe, têkoşîn mezin nabe, faşîzm têk nake. Pêwîst e radîkalbûn hebe, parastina cewherî derkeve pêş. Di şexsê hevala Zeynep de pêwîst e em tevgera jin mezin bikin, têkoşîna jinên Kurd, çapemeniya azad li ser mîrateya şehîdan daye avakirin, em berfireh bikin û li dijî faşîzmê bi têkoşînek dîrokî bi ser bixin. Şehîdên şoreşê wê şad bibin û bi me re bijîn. Di şexsê hevala Zeynep de careke din tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Berxwedan me wê di xeta wan, fermandariya wan de bi ser bikeve û ev rejîma faşîst jî wê teqez têk biçe.”