Aqûbeta 3 nifşên winda hate pirsîn
Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna edaletê cara 603’yemîn li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbetên Abdûlkerîm Yûrtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken hatin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna edaletê cara 603’yemîn li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbetên Abdûlkerîm Yûrtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken hatin pirsîn.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û fail bên darizandin lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbatên ku di 603’yemîn hefteya çalakiya de li Qada Galatasarayê kom bûn, xwestin ku failên Abdûlkerîm Yûrtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken ên 27’ê Cotmeha 1995’an di binçaviyê de hate windakirin, bên darizanin.
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û 10 neviyên Abdûlkerîm Yûrtseven amade bûn.
JI BO KALKÊN XWE EDALET XWESTIN
Nevî Berîvan Yûrtseven got hewla nixumandina doza kalkê wan tê dayîn û wiha pê de çû; “Salên 90’î xizmên me dihate girtin û windakirin. Îro li nava kolanê tê qetilkirin. Em bi bêdengbûnê cesaretê didin qatilan.”
Yûrtseven got wê heta gora kalkê xwe Abdûlkerîm Yûrtseven bibîne û fail bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.
Nevî Şîlan Yûrtseven jî diyar kir ku wek 3 nifşan li qada daxwaza edaletê dikin û ev pirs kir; “Kalkê min ê 73 salî ji bilî Kurdbûnê çi sûc kiribû?”
‘ÇETEYÊ GEVERÊ’
Daxuyaniya hefteyê ji aliyê mirovên şemiyê Mîne Nazarî ve hat xwendIN. Nazarî got ku di sedsala 21'emîn de ji ber pêkanînên bêhiqûqî yên OHAL'ê, kesên hatine qetilkirin, gundên hatine hilweşandin û yên hatine windakirin rastiya vî welatî ye û wiha pê de çû: "Yek ji navendên binpêkirinên mafan Gever e. Di 27'ê Cotmeha 1995'an de Tabura Komando ya Geverê ku di bin fermandariya Mehmet Emîn Yurdakul de bûn bi ser gundê Agaçli de girtin. Leşkeran bi qundaxên çekan li welatiyan xistin, kesên kal bi erdê re kaş kirin û li meydana gund kom kirin. Kesên li meydanê kom kirin li wan xistin. Abdulkerîm Yurtsever ê 73 salî ku ne dikarî bi rê ve biçe, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî binçav kirin, li wesayîtên leşkerî siwar kirin û birin Tabûra Jendermeyan a Geverê. Malbatên ku ji bo xizmên xwe bipirsin çûn qereqolê diyar kirin ku wan Mîkdat Ozeken di nava xwînê de dîtine û serlêdana malbatan bê encam maye. Ji bo her 3 welatiyan hemû saziyên fermî gotin ku ne di bin çavan de ne."
‘PIYADE, ÎTÎRAFKAR Û SERDAR BERPIRS IN’
Nazarî destnîşan kir ku piştî salan, di pirtûka îtîrafkar Kahraman Bîlgîç de ku di dema binçavkirinan de amade bû û di îfadeya xwe ya dadgehê de dibêje 'gundiyên ku bi fermana serdar hatin kuştin di gorên ku wan bi xwe kolane de hatin veşartin' û wiha domand: "Malbatên ku ti encam ji hiqûqa navxweyî ne girtin, doz birin DMME'yê. Doz di sala 2003'ya de bi encam bû. Hikûmeta AKP'ê di parstina xwe ya DMME'yê de sûc qebûl kiriye, gotine ew ji ber windabûna her 3 gundiyan xembînin û ew ê ji bo kesên winda bûne lêpirsîne bidin destpêkirin. Her wiha Tirkiyeyê Serpel Nîhat Yîgît, îtîrafçi Kahraman Bîlgîç, Fermandarê Tabûra Komando ya Geverê Serdar Mehmet Emîn Yurdakul wekî berpirsên kuştina Abdulkerîm Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken dîtin. Hikûmeta ku şert û mercên OHAL'ê ava kirine berpirsê hemû pêkanîna ne. Em dixwazin kujerên Yurtseven, Ozeken û Saritaş bên darizandin."