10 sal ceza li Hevşaredara Dersimê hate birîn

Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a ji aliyê AKP’ê ve hate xespkirin, hate birîn.

Rûniştina 11’an a doza bi îdîdaya ‘endamtiya rêxistinê’ di derbarê hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn de hate vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê pêk hat. Altûn a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira ya Kocaelî yê dimîne, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Di rûniştinê de parêzer Reyhan Yalçindag, Levent Kanat, Fatma Kalsen û Mesût Baştar amade bûn.

Di rûniştinê de destpêkê Nûrhayat Altûn mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji 2 salan zêdetire bi awayekî bê hiqûqî tê ragirtin, anî ziman ku darezandina wê ne hiqûqî siyasî ye. Altûn destnîşan kir ku hemû xebat û çalakiyên ku tevlî bûye, xebatên partiyê ne û ev ne sûc e, hemû tiştên kirî ji raya giştî re vekiriye.

Piştî Altûn parêzer Reyhan Yalçindag axivî diyar kir ku darezandina muwekîla wê derhiqûqî ye û daxwaza berdana wê kir

Heyeta dadgehê ya biryar nirxand, ji ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê li Altûn birî.