'Pêvajoya hilbijartinê bi temamî divê bê ewlekirin'

Hevdîrektorê MLSA'yê parêzer Veysel Ok destnîşan kir ku di hilbijartinê de ne tenê ewlehiya sindoqên dengan her wiha divê tevahiya pêvajoya hilbijartinê bê ewlekirin.

EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ

Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re tedbîrên partiyan ên ji bo ewlekariya hilbijartinê zêde dibin. Hevdîrektorê Komeleya Karên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) Parêzer Veysel Ok anî ziman ku di hilbijartinê de ne tenê sindoqa dengdanê her wiha divê tevahiya pêvajoya hilbijartinê bê ewlekirin. Li gorî Ok, şertên vê yekê jî bi parastina sindoqa dengdanê tenê destpê nake.

EWLEHIYA HILBIJARTINÊ EV NÎNE

Parêzer Veysel Ok anî ziman ku ewlehiya hilbijartinê divê tenê weke ewlehiya sindoqa dengdanê neyê dîtin û got, "Li Tirkiyeyê dema ku ewlehiya hilbijartinê tê gotin tenê ewlehiya sindoqa dengdanê tê bîra partiyên siyasî. Muxalefeteke welê heye ku jê heye, dema ku parêzer li dora sindoqa dengdanê kom kir, hingî hilbijartin ewle kiriye. Mînak CHP dibêje li Stenbolê 100 hezar wezîfedarên sindoqa dengdanê bi cih kiriye. Lê belê ewlehiya hilbijartinê ev nîne. Li Tirkiyeyê ji xwe hîleyên li ser sindoqa dengdanê zêde nîne ku bandorê li hilbijartinê bike. Mînak di hilbijartinên dawî yên Serokkomariyê de hem DEM Partiyê (Wê demê HDP bû) hem jî CHP'ê û partiyên din ragihandin ku li ser sindoqa dengdanê wan karekî ne li rê tesptî nekirine û ev yek jî eşkere kirin."

SÊ KRÎTERÊN GIRÎNG HENE

Hevdîrektorê MLSA'yê Parêzer Veysel Ok anî ziman ku sê krîter hene ku ewlehiya hilbijartinê diyar dikin û got, "Yek, hebûna dadgeriya serbixwe. Du, azadiya propagandayê. Sê, azadiya çapemeniyê. Tevî van her sê krîteran, ewlehiya sindoqa dengdanê."

Veysel Ok anî ziman ku divê ew bi rengekî hîn berfireh li mijarê binihêrin û got, "Bêguman ewlehiya sindoqa dengdanê girîng e. Di vê mijarê de ji xwe parêzerên partiyên muxalefetê wê li ber sindoqên dengdanê bin. Lê belê li Tirkiyeyê karên ne li rê yên hilbijartinê ji xwe berî û piştî hilbijartinê têne kirin."

PÊWÎSTÎ BI ÎNÎSIYATÎFA SIVÎL HEYE

Parêzer Veysel Ok diyar kir ku tişta muxalefet bike ew e ku koordînasyoneke di ser partiyan re ava bike û got, "Mixabin nekarîn vê bikin. Diviyabû bang li saziyên mîna OSCE, Konseya Ewropayê bikira ku ne ji bo roja hilbijartinê lê berî û piştî hilbijartinê çavdêran bişîne. Ti ji van nehate kirin. Ji ber vê jî gumanên min hene ku ev hilbijaritn wê bi rengekî adîl û demokratîk derbas nebe.

Mînak li cihên ku DEM Partî wê lê bi ser bikeve, gelek hilbijêr hatine bicihkirin, ev yek jî mijarek ji ewlekariya hilbijartinê ye. Ne tenê DEM Partî her wiha koordînasyoneke muxalefetê diviyabû li ber vê yekê rabûya. Pêwîstî bi koordînasyonek ji CHP, ÎYÎ Partî, Saadetê hebû. Her wiha divê înîsiyatîfa sîvîl bê zêdekirin."