Çalakiya ji bo girtiyên nexweş: Divê demildest bên tehliyekirin

Di çalakiyên li sê bajaran de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Makbule Ozer, Hatîce Yildiz û Nazîm Çaglak.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Makbule Ozer a 82 salî û banga "Jiyana wê di bin tehdîdê de ye, divê demildest bê berdan."
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 631'emîn 'Rûniştina F' ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyoglûyê li dar xist.
 
Di “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Makbûle Ozer a 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran da zanîn ku Ozer a astengdar û ji sedî 52 rapora wê heye, nexweşiyên diyabet, astim, helandina hestiyan û tansiyonê pê re hene û ji dayikbûnê ve astengdara bi rê ve çûnê ye. Ozer a ji ber nexweşiyan û pirsgirêkên girêdayî pîratiyê pêdiviya wê bi lênêrîna taybet heye destnîşan kir ku Ozer dikaribû bi alîkariya xizmên xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. 
 
Onaran wiha doman: “Jinûve girtina Makbûle Ozer ji bo tenduristî û jiyana wê xetereyeke giran e. Em bang li rayedaran dikin ku divê girtiyên nexweş bên berdan ji bo parastina mafên wan ên tenduristî û jiyanê rayedar peywîra xwe bi cih bînin û banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

ÎZMÎR 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 289’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniya gelek kes kom bûn de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Di daxuayaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tê ragirtin. 
 
Berpirsyarê ÎHD’ê yê Herêma Egeyê Zafer Încîn bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiya nexweş Hatîce Yildizê û da zanîn ku ji bilî pirsgirêkên tenduristiyê yên girêdayî pîratiyê nexweşiyên demans, tansiyona bilind, helîna hestiyan, fitika piştê, xwarbûna pirûskê, nexweşiya mîdeyî û nexweşiyên çav pê re hene. Divê Hatice Yıldız demildest bê berdan.”
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nazim Çaglak ê li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, got: “Dema baş neyê dermankirin, êşên wî her tim zêde dibin. Tevî ku Çaglak ji bo baş were dermankirin gelek caran xwest sewqî nexweşxaneyeke baş bibe jî daxwaza wî nehate qebûlkirin. Ji bo ku Çaglak nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, divê demildest bê berdan.”